Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin 2020-07-02 14:49:58   AMED – Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, bertek nîşanî binçavkirina nûnerê xwe yê Bismilê Fatîh Akgol û tirsandina malbata wî dan û daxwaz kirin ku Akgol bê berdan.    Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) yên Amedê, têkildarî nûnerê xwe yê navçeya Bismilê ya Amedê Fatîh Akgol ku di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de hatibû binçavkirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber nûnertiya Bismilê hat dayîn û rêveber û endamên sendîkayê tevlî bûn. Di daxuyaniyê de dûrişmeyên mîna “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” û “Em bi berxwedanê biserkevin” berz kirin.    ‘FERDÊN MALBATÊ HATIN TIRSANDIN’    Nûnerê Egîtîm Senê yê Bismilê Mesût Kaygisiz, diyar kir ku AKP’ê ji bo parastina desthilata xwe tundî li rêxistinên sivîl û beşên mûxalîf dike, dixwaze wan bi binçavkirin û gefan bitepisîne û ji bo vê yekê her roj operasyonanên nû li dar dixe. Kaygisiz, di berdewamê de derbarê binçavkirina nûnerê wan Akgol de ev tişt got: “Duh bi serdegirtina malê nûnerê me yê Bismil Fatîh Akgol binçav kirin. Li gel ku tê zanîn mamosteyek li kur dixebite û dijî jî li şûna ku ji bo îfadegirtinê wî vexwînin emniyetê bi ser mala wî ve girtine, zorê bi kar anîne û ferdên malbatê tirsandine.”    ‘AKGUL BERDIN’   Kaygisiz, destnîşan kir ku rewşa gotina mijarê ye wê wan netirsîne û banga berdana Akgol kir.    Piştî daxuyaniyê endam û rêveberên sendîkayê serdana malbata Akgol kirin.