Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da 2020-07-02 14:33:59 AMED - Li Çêrmûgê, Ramazan Karataş ê xebatkarê servîsa arazî ya DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Çêrmûg a Amedê, Ramazan Karataş (52) yê di servîsa arazî ya DEDAŞ’ê de dixebitî, ji dîrekê ceylanê ket. Karakaş ê li erda hişk ket, birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, Karataş rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ligel hemû hewldanan jî Karataş jiyana xwe ji dest da.    Malbatê, cenazeyê Karakaş ji morga nexweşxanê girt û li navçeya Çêrmûgê spart axê.