Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir 2020-07-02 14:33:01   ENQERE – Lîjneya Hifzissihha ya Ûmûmî ya Bajar a Enqereyê, ji bo 15 rojan biryara qedexeya çalakiyan da. Ji ber rojek beriya mitînga parastinê biryara qedeyê bal kişand ser xwe.   Walîtiya Enqereyê, bi hinceta zêdebûna vîrûsa koronayê ji bo 15 rojan biryara qedexeya çalakiyan da. Baroyan wê sibê li bajar mitînga mezin a parastinê li dar bixista. Biryara qedexeyê ji aliyê Lîjneya Hifzissihha ya Ûmûmî ya Bajar a Enqereyê ve hat girtin. Ji ber ku rojek beriya çalakiya baroyan hat ragihandin biryara qedexeyê weke astengkirina mitînga parastinê hat binavkirin.