Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin 2020-07-02 14:28:55 ENQERE – Rêxistinên Baroyan li Enqereye li dijî pêşnûmeya pergala pir baroyan a ku hikûmeta AKP'ê anî rojeva meclîse, li pêş Edliyeya Enqereyê "Zincira Parastinê" ava kirin û şermezar kirin.    Endam û rêveberên Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD) , Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqa Civakî, Piştevaniya Hiqûqnasan, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê û tekoşîna ji bo edaletê, bi boneya pêşnûmeya AKP û MHP’ê ya ku dixwaze pir baroyan ava bike û anî rojeva meclîsê şermezar bikin, li pêş Edliyeya Enqereyê "zincîra parastinê" ava kirin. Parêzer li pêş Baroya Enqereyê li hev kom bûn û ji bo vê pêşnûmayê şermezar bikin “zincîra parastinê" ava kirin. Di çalakiyê de Serokê Baroya Enqereyê Erinç Sagkan û rêvberên wê û gelek nûnerên din amade bûn. Parêzeran li ber Baroya Enqereye daxuyanî dan û xwestin ev pergal rabe. Li ser navê parêzeran Denizcan Aydın, diyar kir ku bi vê pêşnûmayê dixwazin salonên dadgehê bê parastin bihêlin û her qadê dixwazin bê rêxistin bihêlin û wiha got: "Em li dijî vê pêşnûmayê ne." Parêzeran piştî daxuyaniyê "Zincîra parastinê" avakirin û heta Edliyê dirêj kirin. Parêzeran dowîzên “Parastin nayê bêdengkirin", “Em parastinê diparêzin" û “Em destûr nadin zagon derbas bibe" rakirin û bertekên xwe yên li dijî zagonê anîn ziman.    Parêzerên ku Zincîra parastinê çêkirin bal kişandin ser Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal û dirûşmeya "Aytaç, Ebru rûmeta me ye" berz kirin. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.