Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin 2020-07-02 14:20:51   ENQERE – Li ber cihê komkujiyê Otela Madimakê ya Sêwazê 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend ên hatin şewitandin di salvegera 27’emîn de hatin bibîranîn. Beşdarên bîranînê dirûşma “Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin” berz kirin û xwestin Madimak bibe muzeya şermê.    Di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend bi boneya şahiyên Pîr Sûltan Abdal diçin Sêwazê  û li Otela Madimakê bicih dibin. Ew roj otel tê şewitandin û 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend dişewitin. Bi wesîleya salvgera 27’emîn salvegera Komkujiya Madimakê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) 33 qûrbanî li ber Otela Madimakê hatin bibîranîn. Xizmên qûrbaniyan, nûnerên rêxistinên elewiyan, parlamenterên HDP û CHP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk beşdarî bîranînê bûn.    Meşa di çarçoveya bîranînê de hat xwestin ku bê lidarxistin ji aliyê Walîtiya Sêwazê bi hêceta vîrûsa koronayê hat astengkirin. Li ser vê yekê hevdîtin hatin kirin û destûra meşa ji Meydana Walîtiyê heta Otela Madimakê ku bi qasî 600 metre ye hat dayîn.    Ji saetên serê sibehê ve beşdar û malbatên qûrbaniyan li ber PSAKD’ê ya Şaxa Sêwazê kom bûn. Di meşê de tevdîra dij koronayê hat girtin û meş pêk hat. Di meşê de wêneyên qûrbaniyan û pankart hatin hildan û dirûşma “Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin” berz kirin. Bîranîna îsal li ser navê bijîşk û helbestvan Behçet Aysan hat lidarxistin û di meşê de pêşmalkên spî li xwe kirin.    Meşa bîranê li ber Otela Madimakê bi dawî bû û girseyê qerenfîl danîn û rêz girtin û qûrbaniyan bibîr anîn.    ‘RÛBIRÛBÛN NEHAT KIRIN’    Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Alkan diyar kir ku tevî 27 sal bi ser komkujiyê de derbas bû jî hêj rûbirûbûn nehatiye kirin û wiha got: “27 sal berê Serokwezîra wê demê ji bo qatilan got ‘xwedê şikir tiştek ji wan nebûye.’ Heke li sûcek pişt komkujiyê digerin bila çapemeniya herêmî were darizandin. Em manşetên çapemeniya herêmî yên beriya komkujiyê û pişt re baş dizanin. Divê çapemenî ne alîgir be. Çapemenî wîjdanê gel e. Heta ku Madimak nebe muzeya şermê em ê werin vir. Û ku Madimak bibe muze jî em ê heta hetayê werin vir. Em ê heta dawiyê şehîdên xwe li vir bibîr bînin. Canê hemû hevalên me ji canê 33 şehîdên me bi nirxtir e. 27 sal in em bi vê dirûşmê bîranînê li dar dixin û em ê ji şûn ve jî li dar bixin. Rêya li hevhatina bi elewiyan re bi lêborîn xwestinê mimkin e. Em ji dewletê li benda vê sozê ne.”    ‘ZÎHNIYETA MADIMAKÊ DIDOME’    Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî Alevî Huseyîn Guzelgul jî diyar kir ku zîhniyeta Madimakê pêk anî îro jî li ser kar e û didome û heta hesab were xwestin dê têkoşîna xwe bidomînin.    ‘XWIŞKA MIN BI SAXÎ ŞEWITANDIN’    Birayê Gulsun Karababa ya di komkujiyê de hat şewitandin Huseyîn Karababa jî bertek nîşan da ku divê ji komkujiyê re “bûyer” neyê gotin. Karababa got: “Ev 27 sal in em bi hev re têdikoşin. Em bîranîna îsal em li ser navê Behçet Aysan dikin. Ez li vir bang li dewletê dikim; ev ne bûyerek e, ev komkujiyek e. Xwişka min wefat nekiriye. Xwişka min bi saxî hat şewitandin. Çawa hûn dibêjin wefat. Ev komkujiyek bi piştgiriya dewletê pêk hatiye ye.”    ‘EM Ê JI BÎR NEKIN’    Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî got: “Li ser vê axê komkujiyên li ser elewiyan ewqas pir in, nayên jimartin. Lê em ê tu carî cangoriyên xwe ji bîr nekin û em ê wan bibîrbînin. Emê semahê xwe li dora wan bigerînin.”