Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn 2020-07-02 14:02:29   STENBOL - Malbat û hezyarên nivîskar Asim Bezercî, yê li Otela Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî ew bibîr anîn.    27 sal berê di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Sêwasê li Otêla Madimakê rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermend jî di nav de 33 kes bi saxî hatin şewitandin û kuştin. Yek ji kesên hat şewitandin û kuştin nivîskar Asim Bezercî bû. Malbat û hezyarên Bezercî li ser gora wî ya li Goristana Zincirlikuyu ya Leventê bibîr anîn. Malbatê û hevalên wî li ser gorê pankarta “Çend sal derbas bûn ku Sêwas şewitî?" vekirin. Gelek nivîskar û hunermend tev li bîranînê bûn. Komê piştî rêz girtin, li ser gorê axatin kirin. Li ser navê Meclîsa Hunerê Mehmet Esatoglu, komkujiya 1993'an a Sêwasê lahet kir û wiha got: "33 rewşenbir û hunermend li vir şewitandin û qetilkirin. Efendiyên sermayeyê û bavê pereyan wisa ne. Ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikin. Dîroka vê axê bi berxwedanên mezin hatiye nivîsandin. Bi bedelên giran hatiye nivîsandin. Em mirovên hunerê dipirsin. Sêwas şewitî. Çend sal borîn. Em baş dizanin ku çend sal derbas bûn. Heta ku kujer û berpirsiyar derxin pêşberî dadgehê û hesap ji wan bê pirsîn em ê dozê berdewam bikin û em ê hesap ji wan bipirsin. Em hemû li vir in û em bi hevre ne."    Di bîranînê de helbesta Bezercî xwendin û Koma Yorum stran got û belav bûn.