Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-07-02 13:13:12   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo biçin li Girava Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriyê dan. Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Mazlum Dinç û Cengîz Yureklî, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan Rezan Sarıca û Newroz Uysal, piştî navbera 8 salan di 2-22 Gulan, 12-18 Heziran û 7'ê tebaxa 2019'an de çûbun Îmraliyê û hevdîtin kiribûn.    Parêzeran ji 7'ê tebaxa 2019'an heta niha 84 caran serî li serdozgeriyê dan, lê serdozgeriyê hêj tu bersîv nedaye parêzeran.