Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe 2020-07-02 13:12:42 ENQERE -  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, da xuya kirin ku ewê di çarçoveya kampanyeya “Jin li her derê ne” li dijî komkujiyên jinan ên weke întîharê tên nîşandan li 5 bajaran bi meşin. Berdeveka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başran, li Navenda Giştî ya Partiya xwe, derbarê pêşketinên rojevî de civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, kesên di komkujiyên Sêwaz û Çorûmê de jiyana xwe ji dest da bûn bi bîr anîn û wiha axivî: “Em komkujiya hovane ya li Madîmakê pêk hat lanet dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Ligel ku bi ser komkujiyê re bi dehan sal derbas bûn jî, hîna li dijî canên me yên Elewyî cudakariya heyî dewam dike.”   MIRINÊN JINAN ÊN BI GUMAN    Başaran, bal kişand ser mirinên jinan ên bi guman û wiha got: “Ji ber kiryarên desthilatdariyê her roj jin tên kuştin. Li gorî danayên fermî di dema AKP’ê de 7 hezar û 500 jin hatin qetilkirin. Di nava van dane û hejmarên fermî de, hejmara mirinên jinan ên bi guman cih nagirin. Di rastiyê de rewşa heyî hin giran û xeternaktire. Dîsa di rojên dawî de, dibin navê întîharê mirinên jinan pir zêde bûye. Li Agiriyê tenê din ava 35 rojna de 5 mirinên jinan ên bi guman rû dan. Lê ev bûyer weke întîharê derbasî qeydên fermî bûn.”   XWEST MECLÎS BERPIRSIYARTIYA XWE BI CIH BÎNE   Başaran, behsa sedemên mirinên jinan ên bi guman kirin û wiha bi lêv kir: “Ger Meclîs vê rewşê lêkolîn neke, gelo wê kî lêkolîn bike? Divê Meclîs vê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Em baş dizanîn ku siyaseta desthilatdariya AKP’ê dijmînê kurdan û jinane. Îro Serokwekîla Koma AKP’ê radibe bû dibêje, ‘berî AKP’ê navê jinan tune bû.’ Weke ku yên lêkolînkirina mirinên jinan asteng dike, li her qadê êrîşî jinan dike, bi destê polîs û leşkeran îşkence li jinan dike, Hevpeymana Stenbolê dixe nîqaşê, qanûna 6284 bi cih nayîne, serlêdanên jinan ên ji bo malê stargehan radiwestîne û tundiya li dijî jinê zêdekiriye ne desthilatdariya AKP’ê, hinek dinin. Berî her tîştî divê ev rastî bê dîtin.”   NÛNERTIYA JINÊ YA DI MECLÎSÊ DE   Başaran, têkildarî nûnertiya jinan a di Meclîsê de jî danayên heyîn parvekirin û wiha pê de çû: “Di sala 2015’an de nûnertiya jinê ya di HDP’ê de  ji sedî 40 bû, lê ya di AKP’ê de ji sedî 15 bû. Di hilbijartina giştî ya sala 2015’an de nûnertiya jinê ya din ava koma HDP’ê de ji sedî 39 bû, lê ya AKP’ê ji sedî 11.45 bû. Di hilbijartina giştî ya Hezîrana 2018’an de nûnertiya jinê ya din ava koma giştî ya HDP’ê de ji sedî 38 bû, lê ya AKP’ê ji sedî 17 bû. Ev rewşa di sala 2020’an de dewam dike. Dema ku em vê tabloyê tînin beramberî hev, rastî derdikeve holê Bi vê diyar dibe ku kî têkoşîna jinan bi rêve dibe û kî têkoşîna jinan asteng dike. Ev tablo di rêveberiya herêmî de, na guhere. Rewş heman rewşe.”   WÊ LI 5 BAJARAN BI MEŞIN   Başaran, ragihand ku ewê  di çarçoveya kampanyeya “Jin li her derê ne” li dijî komkujiyên jinan ên weke întîharê tên nîşandan li 5 bajaran bi meşin û ji bo tevlîbûna mîtîngan ev bang kir: “Emê çalakiyên xwe yên li dijî kuştinên jinan dewam bikin. Ji bo ku em denge jinan biling bikin emê li 5 bajran meşan li dar bixin. Yek ji van bajaran jî, bajarê Agiriyê ye. Ji ber ku îro li Agiriyê tundiya li dijî jinan û întîharên jinan pir zêde bûye. Dûre em li Dersimê meşa xwe dewam bikin. Ji bo ku pirsîna aqûbeta Gulîstan Dokû. Pişt re jî emê li Stenbolê bûn. Em bi vî awayî ji têkoşîna xwe gav paşve ne avêjin û bang li hemû jinan dikin ku beşdarî meşan bibin û dengê xwe bilind bikin.”