Danişîna Rojnameger Altan taloq bû 2020-07-02 13:09:26   MERSÎN – Yekemîn danişîna doza ku bi angaşta “Endamtiya rêxisinê” derbarê nûçegîhana me Berîvan Altan de hatibû vekirin, taloq bû.   Yekemîn danişîna nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berîvan Altan ku di 26’ê mijdara 2019’an de li Mersînê hatibû binçavkirin û bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” derbarê wê de doz hatibû vekirin, li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mersînê hat dîtin. Altan û parêzerê xwe Ozgur Çağlar li daneşînê amade bûn.    ROJNAMEYAN PIRSÎN   Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Di daneşînê de Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatibûn girtin û gotinên şahid ên derbarê wê de ji Altan hatin pirsîn. Altan, diyar kir ku her du rojname jî dema ku derketine qanûnî bûne û piştî erêkirina dozgeriya çapameniyê li bayiyan hatine firotin. Altan, di berdewamê de sûcdariyên li xwe red kir û got ku rojnameyên qanûnî nabin sûc.   DAXWAZA GUHDARKIRINA ŞAHID KIR   Parêzer Ozgur Çaglar jî bi bîr xist kir ku her du rojnameyên ku muwekîla wî pê tê sûcdarkirin derbarê wan de lêpirsîn dubare hatine vekirin û lê venegeriyane dozê û got ku muwekîla wî rojnameger e û xwest ku di danişîna bê de şahid jî bê guhdarkirin.    TALOQÎ 12’Ê MIJDARÊ BÛ   Dadgehê, ji bo ku di danişîneke din de şahid jî bê amadekirin müzekkere nivîsand û danişînê taloqî 12’ê mijdarê kir.