Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn 2020-07-02 12:55:51   MÛŞ - Duh esir, li Gundê Xaskoy û Milezgîrê yên Mûşê baran zêde bariya û lehî rabû. Ji ber lehiyê 50 mih di avê de fetisîn.    Duh esir li Gundê Xaskoy û Navçeya Milazgirê baran zêde bariya û lehî rabû. Ji ber barana zêde lehî rabû û 50 mih ber bi lehiyê çûn û fetisîn. Dîsa gelek zeviyên çandiniyê zerar dîtin. Li Gundê Tendûrek û Bostanqaya yên Mliazgirê ji ber barana zêde lehî rabû. Li Gundê Bostanqaya 50 mihên di nava lehiyê de man fetisîn. Zeviyên 15 gundan ji ber barana zêde û lehiyê zerar dîtin.