Keywan: Êdî bes e 2020-07-02 12:34:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Esnafê Kunemasî Keywan Kawa yê ku balafirên şer ên TSK'ê dikana wî li Slêmaniyê bombe kir û ligel hevjîna xwe û 2 zarokên xwe birîndar bû bertek nîşanî bombekirinê da û got:  "Em bang li partiyên Kurdan dikin û dibêjin Êdî ev perçebûn bes e. Bibin yek. Em bibin yek dil û yek beden."      Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SÎHA) yên aydî Hezên Çekdar ên Tirk (TSK) di 25'e Hezîranê de Gundê Kunemasi yê Navçeya Serbajar ê Bajarê Silêmanî bombe kir. Çapemeniya herêmê diyar kir ku di bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Hin çavkaniyan jî diyar kir ku di êrîşê de kesekî-ê jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne. Piştî bertek zêde bûn, Wezîrê Paratina Neteweyî (MSB), angaşt ku di êrîşê de endamên PKK’ê kirine hedefa xwe. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de endamek wan jiyana xwe ji dest daye û 3 endamên wan jî birîndar bûne.    Rojnamegerê Kurd Bestoon Khalid, têkildarî êrîşa hewayî bi esnê ku birîndar bûye Keywan Kawa re axivî. Khalid, li ser hesabê Youtube röportaja xwe li ser lînga (https://www.youtube.com/watch?v=mYHqAfDPOYw) parve kir. Khalîd anî ziman ku malbat li malê ziyaret kiriye. Bav Keywan û 2 zarokên xwe yên birîndar bûn piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketin. Dayik jî hêj li nexweşxaneyê derman dibe. Khalid, xwest çîroka malbata Kawa ji aliyê gelê Tirkiyeyê jî ve bê zanîn.    BAV KAWA BÛYER VEGOT    Bav Keywan Kawa birsên rojnameger Khalid bersivand û wiha got:  "Kesek hat dikanê hêkan bigire. Piştî ew kes ket dikanê êrîş pêk hat. Kesê ku hêk girî got "Hêkan baş bipêçe ezê biçin rêwîtiyê. Ne karê min e ku ez ji muşterî bipirsim tu ji ku hatiye. Min pêk dipêça, 2-3 derbas bû. Tam bi koliya hêkan digirt teqîn pêk hat. Balafirên şer ên Tirk roket avêt. Roket li dikana min ket. Dikana min kirin hedef. Di nava dikanê de teqîn pêk hat. Min carekê dît ku her tişt duxan û agir e. Her tişt hildiweşe Ez dîsa şikiriya xwe tînim. Zarokên min û hevjîna min sax in."    'PIYÊ HEVJÎNA MIN QUT BÛ'    Keywan Kawa anî ziman ku di êrîşê de piyê hevjîna wî qut bû û wiha got: "Êdî ew hevjîna min a berê tune. Piyekî wê qut bû. Piyê wê yê din jî bi 3-4 cihan şikestiye. Destê wê şewitîn. Di bedena wê de perçeyên şerepnalê heye.  Êdî nayê halê xwe yê berê. Keça min jî perçeyên şerepnalê li serê wê ketiye. Kûr çûye û bijîşk nikarin emeliyat bikin. Ku emeliyat bikin dê zerar bigêje mejî. Ku damara mejiyê wê zerar bibîne dê bimire. Li gorî rontgenên hatin kişandin xwîn ji mejiyê wê tê. Ne li vir û ne jî li derê welat çare tune ye."    EZ TU CARÎ NEBÛM ENDAMÊN TU PARTIYAN    Keywan Kawa, anî ziman ku ew tu carî nebûye endamên tu partiyan û tu carî çek nexistiye destê xwe û got: 'Ha carî çeka min çênebû. Bi salan min ajokarî kir. Min tu carî ranehişt çekê.    Keça Keywan Kawa ya 7 salî Hemişe jî anî ziman ku hêj ew tirs ji ser xwe neavêtiye û wiha got: "Diya min got here bang li bavê xwe bike. Ez jî çûm bang li bavê xwe bikim. Min carekê dît tiştek hat û ez ketim xwar. Piştre mirovek hat ez ji erdê rakirim. Ez pir tirsiyam. Piştre min çû diya xwe dît. Min dît ku piyekî wê jê bûye.    'ÊDÎ BES E EV PERÇEBÛN'    Keywan Kawa herî dawî daxwazên xwe jî anî ziman û wiha got: "Êdî bes e. Ez ji hikûmet û hemû siyasetmedarên kurd dixwazim ku bibin yek. Ez dixwazim hemû kurd bibin yek dil û yek beden. Em dibêjin bes e ev perçebûn."