Rojnameger Qehreman 6 roj in di bin çavan de ye 2020-07-02 10:17:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Qehreman Şukrî Zeynedîn 6 roj in li bin çavan de ye. Zeynedîn ji ber ku parêzer hêj ew nedîtiye nayê zanin çima hatiye binçavkirin. Navenda METRO ku heta niha ji bo berdana wî ti gav neavêtiye, destnîşan kir ku wê di rojên bê de ji bo berdana wî bikevin tevgerê.   Eskerên TSK'ê di 19’ê Hezîrê de  gundê Sîda yê ser bi Şêladizê ya ser bi Dihokê bi dijwarî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de komkujiyek pêk hat û 5 ciwan hatin kuştin. Piştî vê komkujiyê xelkê Şêladizê serî hildan. Piştî vê xwepêşandanê hêzên eskerî, Rojnameger Qehreman jî di navde gelek kes binçav kirin. Di 27’ê Hezîrê de Asayîşa PDK’ê li Komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê bi ser mala rojnameger Qehreman Şukrî Zeynedîn de girtin û binçavkirin û veguhestin girtîgeha Zirka.   Endamê Navenda METRO Diyar Mihemed di çarçoveya binpêkirina mafê rojnamegeran got; ”Li Herêma Kurdistanê karê rojnamegerî bi yasa hatiye rêxistinkirin, lê sûd ji yasayê nayê girtin. Berdewam desthilata Kurdî li hemberî rojnamegeran binpêkirina dike. Ev jî di demekê ye ku zêdetirî 100 rêxistinên cîhanî û navneteweyî pêngavek destpêkirine, ji bo ku bikarin hewl bidin hikûmetan rojnamegeran û çalakvanên sivîl berdin.”     Mihemed diyar kir ku yasa di berjewendiyên desthilatê de ye û wiha domand;”Yasa heye lê weke heyî bi cih nayinin. Dema ku pêk tînin jî divê rewş di berjewendiya wan de be. Dema ku li kolanan li dijî desthilatê nerazîbûn hebin bi cih tînin, ew jî desthilat hewildana bêdengkirinê dide.”   Diyar Mihemed  destnîşan kir ku ji bo berdana rojnameger Qehreman hîn ti hewldanek fermî nekirine û got ku wê li gel saziyên wê herêmê peywendiyê danin da ku Qehreman were berdanê. Ji ber ku dewama fermî nîne, heta niha nayê zanînin rojnameger Qehreman ji ber çi madeyê hatiye binçavkirin. Wê heta roja Yekşemê li Asayîşa Dihokê bimîne. Piştî ku dewama fermî destpêkir wê ji bo parêzer were girtin. Rojnameger  Qehreman di 26’ê Çileya sala 2019’an de jî di dema xwepêşandana li dijî baregeha leşkerên Tirk de li gel çend kesên din hate binçavkirin. Piştî 22 rojan hatibû berdan.