Ji 309 girtiyên serî hildan 5 hezar û 871 sal ceza dixwazin 2020-07-02 10:04:19 ÊLIH – Serdozgerê Komarê yê Êlihê der barê 309 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê li dijî neheqiyan serî hildan doz vekir û heta 5 hezar û 871 salan cezayê girtîgehê dixwaze.  Serdozgerê Komarê yê Êlihê, der barê 309 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de doz vekir. Di 4'ê Nîsanê de girtiyan li dijî binpêkirina mafan çalakî li dar xistibûn. Piştre 439 girtî bi lêdan û îşkenceyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Amedê kiribûn. Dozger piştre der barê 309 kesan de doz vekir. Dozger îdeaname amade kir û şand ji 2'emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê re. Dozger îdea kir ku zerara şewatê 30 hezar û 31,09 TL ye û delîlê şewatê jî 300 heste yên girtiyan nîşan da. Dîsa dozger îdea kir ku bi tevahiya zerarê 1 milyon û 116 hezar û 832,40 TL ye.    Dozger di îdeanameyê de ber barê 309 girtiyan de bi îdeaya “Zerar daye malê cemaweriyê" û "Li dijî peyvirdarê cemaweriyê li ber xwe daye" ji bo her yekî ji 7 sal û 9 mehan heta 19 salan ceza xwest. Dozger bi giştî heta 5 hezar û 871 sal cezayê girtîgehê xwest .   2'emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Êlihê der barê girtî Nebi Ozer, Rustem Taşar, Ahmet Solmaz, Ozan Eker, Fatih Beşken, Ekrem Avcil, Abdurrahman Gorken, Barış Uner, Veysel Gulsever,  Selman Omgan, Orhan Kervan, Muzaffer Orhan, Kenan Sincar, Orhan Çelîk, Recep Kaplar,  Mesut Eme, Yusuf Alar, Mehmet Enes Firat, Feysel Poyraz, Garîp Daşli, Alî Îpek, Muhammet Yusuf Kapucu, Abdo Khalil, Seyfettin Ozdemir biryara berdewama girtinê da. Dadgehê der barê 282 girtiyan de jî biryara rakirina biryara girtinê da.    Danişîna doza 309 girtiyan dê di 27'ê Tîrmehê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Asliye bê dîtin.    MA / Metin Yoksu