Dîrekên lembeyan li dijî vehûna dîrokî hat dîtin 2020-07-02 09:57:33   MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê qanûnan binpê kiribû û bi maliyetek 2 milyon TL li Kolana Yekemîn a dîrokî dîrekên lembeyan çêkiribû. Baroya Mêrdînê derbarê van dîrekên lembeyan de gilî kiribû û biryar hat dayîn dîrekên lembeyan werin rakirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, li Kolana Yekemîn a li Mêrdîna kevn di bin navê xebata “tenduristkirinê” de di meha adarê de dîrekên lembeyan çikand. Hat gotin qeyûm ji 2 milyon lîreyî bêtir pere li ser van dîrekên lembeyan xerc kiriye. Bi boneya li cihek dîrokî van dîrekên lembeyan hatine bicihkirin, Baroya Mêrdînê derbarê mijarê de serî li Desteya Parastina Mîrateyên Çandî ya Rihayê da û giliyê dîrekên lembeyan kir. Serlêdana Baroyê bi encam bû. Vê desteya parastina çandê biryar da ku dîrekên lembeyê yên qanûn binpê kirine werin rakirin. Desteyê di civîna meha hezîranê de biryara rakirina dîrekên lembeyan da. Desteyê da zanîn ku dîrek li dijî vehûna dîrokî ya Mêrdînê ye û vê yekê weke binpêkirina qanûnan pênase kir.    MA / Ahmet Kanbal