Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin 2020-07-02 09:55:42 RIHA - Cotkar Mehmet Bîlen ên li Wêranşaherê dijî, diyar kir ku ecûrên diçîn in li ser erd bi 75 qurişan difiroşin û wiha got: “Êdî ecûr bi pere nakin. Ji ber vê em pirsgirkên pir cîdî dijîn. Ji ber van pirsgirêkan êdî ezê ecûran neçînim.”       Dema komkirina ecûrên li navçeyên Mêrdîn û navçeya Wêranşhar a Rihayê tên çandin dest pê kir. Li Wêranşarê, cotkerên ecûran diçîn in, ji ber ecûr bi bihayek erzan tên firotin, hilberîna wan kêm kirin. Mehmet Bîlen, ê ev 20 salin li Wêranşarê cotkariyê dike, diyar kir ku ew ecûran li ser erd bi 75 qurişan difiroşin û got: “Tu qezenca me tuneye. Çandina ecûran êdî wê wateye.”    MAZOT, ZIBIL, DERMAN Û TOV   Bîlen ê li gundê Hirik ê Wêranşarê dijî, anî ziman ku îsal nêzî 40 donim erd ecûr, zebeş û gundor çandine û wiha axivî: “Lêçûnên çandiniyê pir zêde bûye. Em kedek mezin didin, lê em beramberî keda xwe nagirin. Ji bo çandiniyê em zibil, mazot, derman û tov dikirin. Lêçûnên me pir zêdeye, lê qezenca  me tuneye. Em diçinin, lê pere qezenc nakin. Çandiniya  ecûran êdî valeye.”    ‘EM NIKARIN BIFIROŞIN’   Bilen, dest nîşan kir ku ew kîloya ecûran di zeveyê de bi 75 qurişan difiroşin û wiha mexdutiyeta xwe anî ziman: “Em beramberî keda xwen nagirin. Em bi zarokên xwe re di saet 06.00’an de dest bi xebata dinava zeviyê dikin û heya saet 19.00’ê şevê dixebitin. Şitleke gundor û sebeşan bi 1 TL’yê. Lê em ecûran bi 75 TL’an difiroşin. Ji vir û şûnde emê ecûran necin in. Rewq ewqas xirab bûye ku êdî em nikarin pereyê ceyranê bidin. Ger îro me zeviya xwe bifiroştin jî emê nekarin deynê xwe bidin. Em rojê nêzî 20 kîlo ecûr kom dikin. Ji ber ku tu qîmeta wê tuneye, em nikarin bifiroşin.”