Eskerên Iraqê li Zaxoyê bi cih bûn 2020-07-02 09:46:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzeke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayên sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yê ser bi Zaxoyê bi cih bûn.      Hêzêke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayê Şabanî û Dêrê yên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxo û ala Iraqê li wir bilind kirine. Rêveberê Bajarokê Batûfa Dilşêr Ebdulstar têkildarî mijarê got, “Lîwaya 1 a pasevanên sînor Kurd in. Baregeha wan a sereke li Batûfa ye. Ji ber vê tevgera heyî çûne cihê xwe yê berê jê vekişiyabûn. Bi sedema şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de çûne wir.”