‘Îşkencekirina Rojbîn Çetîn konseptek nû ye’ 2020-07-02 09:26:21   AMED - Serokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan diyar kir ku bi îşkencekirina Rojbîn Çetîn re konseptek nû ya îşkenceyê hatiye destpêkirin û ev dîmenên îşkenceyê sepanên salên 80’î tîne bîra wan û ev yek rê li ber zêdebûna îşkenceyê vedike.    Serokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan têkildarî îşkencekirina Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de axivî. Alkan yek ji wan kesan e ku şahidê hovîtî û işkenceya salên 1980’î yên li Zîndana Amedê hatin kirin e.    SERDEMA ESAT OKTAY DIDE NÎŞANDAN    Alkan diyar kir ku îşkenceya ku polîsan bi kûçikan li aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn kiriye sepanên salên 80’î yên li Zîndana Amedê anî bîra wî û got: “Kuçikê Esat Oktay hebû navê wî kiribûn Co. Heta jêra fermandar Co jî digotin, bi awayekî taybet hatibû perwerdekirin. Eskeran her tim bi ser girtiyan de berdida ku êriş bike. Bifikirin lêdana eskeran ji êrişa Co xweştir bû. Dema dihatin jimartina me destpêkê Co dikete hundirê odeyê. Digotin dema Co hat herkes dê rabe ser pêyan. Pêkanînên ji bo ku rûmeta mirov bişkînin bûn. Niha jî êrişa li Rojbîn Çetînê kirine dişibe rêbaz û êrişa salên 80’yî. Dixwzin heman derûniyê li ser me çê bikin.”    Alkan anî ziman ku Walitiya Amedê bi daxuyaniyek sosret dixwaze ser îşkenceyê bigire û îşkencekirina Çetîn asayî bikin û bidin nîşandan.    ‘RÊBAZEKE NÛ YE’   Alkan da zanîn ku îşkenceya bi kuçikan dikin rêbazek ango konseptek nû ye ku xistine meriyetê û wiha got: “Heke bertek neyên nîşandan dê îşkencekirina bi kuçikan zêde bibe. Îşkenceya ku hat kirin ne îşkencekirineke asayî û hêsan e. Kesên ku ji xwe re dibêjim demokrat im, parazvanê mafê mirovan im divê bertek nîşan bidin. Ez xemgîn bûm ku bertekeke baş nehat nîşandan.”   ÎŞKENCEYA DERÛNÎ ZÊDETIR BÛYE    Alkan diyar ku pirsgirêka Tirkiyê ya demokrasiyê heye û got: “Di her demê de li gor xwe rêbazên îşkenceyê hene. Niha îşkenceya psîkolojîk zêdetir kirine. Pirsgirêkên ku di Tirkiyê de diqewimin her aliyî eleqedar dike. Divê her kes tişta dikeve ser milê wan bike.”