‘Îşkenceya li Çetînê kirin li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin' 2020-07-02 09:23:30   ÎZMÎR- Endama Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk Rojbîn Çetîn, bi kûçikan hatibû îşkencekirin. Jinên ku bertek nîşanî vê yekê dan, bang li civakê kirin ku xwedî li rûmeta mirovahiyê derkeve.    Li Amedê polîsan avêtibû ser mala Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihê ya Demokratîk a HDP'ê û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetînê û ew binçav kiribûn. Derkteibû holê ku polîsan bi kûçikan îşkence li Çetînê kiriye. Bertekên li dijî vê yekê didomin. Rêvebera Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) a Îzmîrê Bijîşk Habîbe Guneş, Endama Tevna Parastinê ya Jinê Gîzeê Coşkûn û Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Îzmîrê Nûrsel Yucesoy ji bo îşekneceya ku li Çetînê hatiye kirin gotin, li tevahiya jinan û rûmeta mirovahiyê hatiye kirin.    HEJMARA JINÊN TÊN ÎŞKENCEKIRIN ZÊDE DIBE    Rêvebira Nûnertiya THÎV a Îzmîrê Bijîşk Habîbe Guneş, destnîşan kir ku peymanên navneteweyî îşkenceyê qedexe kiriye û got, di qanûnên Komara Tirkiyeyê de jî îşkence qedexe ye lê belê dîsa jî tê kirin. Guneş, diyar kir ku nehatiye hiştin ku şopên îşkenceyê yên li ser canê Çetînê bên tespîtkitin û got, di salên dawî de hejmara jinên ku tên îşkencekirin zêde bûye. Guneş, anî ziman ku pêşîlêgirtina îşkenceyê berpirsiyariyeke mirovahiyê ye.    Endama Tevna Parastinê ya Jinê Gîzem Coşkûn jî anî ziman ku kengî li Tirkiyeyê têkoşîna covakiyî û têkoşîna jinê bilind bibe zextên îqtidarê jî zêde dibin. Coşkûn, destnîşan kir ku li ser hev du îşkenceyên giran tên kirin û got: "Li vî welatî di serdemên wiha de tim û tim kesên ku ji bo azadiyê û wekheviyê têkşiyane hebûne. Loma heta ji me tê divê em piştevaniya hev bikin. Em hemû divê têkoşîna ji bo mafê jiyanê, ji bo wekhevî, demokrasî û azadiyê bilind bikin. Piştevanî jiyan e, bêhnstendin e."    BILA KIRYAR BÊN CEZAKIRIN    Hevseroka Şaxa SES a Îzmîrê Nûrsel Yucesoy jî destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê hewl dide muxalefetê û têkoşîna jinê perçe bike û got, demildest divê kiryarên îşkence kirine bên cezakirin. Yucesoy, anî ziman ku tişta li Çetînê hatiye kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Bi israr bi ser jinê de tên. Lê em jinê em ê bitêkoşin."    Jinan destnîşan kir ku a hatiye kirin li tevahiya jinan û rûmeta mirovahiyê hatiye kirin û bang li civakê kirin ku xwedî li rûmeta mirovahiyê derkeve.