Piştî komkujiyê îstifa kir, careke din neçû Sêwasê 2020-07-02 09:21:39   DERSIM – Menşûre Dogan gava Komkujiya Sêwasê pêk hat li Sêwasê mamsotetî dikir, piştî komkujiyê ji mamsotetiyê îstifa kiriye û careke din neçûye Sêwasê. Dogan, got: "Ew bi saxî û qîjeqîj dişewitîn, em jî li cihê ku lê bûn dişewitîn."    Di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Sêwasê li Otêla Madimakê rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermend jî di nav de 33 kes bi saxî hatin şewitandin û kuştin. Ev komkujî dilê gelek kesan dax da. Yek ji van kesan jî Menşûre Dogan e. Gava komkujî pêk hat Dogan li Sêwazê mamsote bûye û piştî komkujiyê ji mamostetiyê îstifa kiriye û careke din neçûye Sêwasê.    Dogan, anî ziman ku di ser komkujiyê re 27 sal derbas bûne lê belê hê jî wek roja ewil di bîra wê de ye. Dogan, anî ziman ku gava Komkujya Mereşê qewimiye mamosteyê zimanê farnsî bûye û wê çaxê bi hinceta ku li Dersimê tev li mîtînag şermezarkirinê bûye hatiye sûrgûnkirin û gava hatiye sirgûnkirin îstifa kiriye. Dogan, diyar kir ku wê çaxê du zarokên wê nexweş bûne û nikaribûye tev li mîtîngê bibe û got, rapora wê hebûye lê dîsa jî der barê wê û çend mamosteyên din de doz hatiye kirin. Dogan, bilêv kir ku lê belê li dadgehê gotiye tev li mîtîngê bûye û got: "Min negot ez tev li mîtînga şermezarkirinê nebûm. Çimkî a hatibû kirin sûcekî emzin bû. Min jî ew şermezar dikir. Madem wisa ye çima ez xwe ji hevalên xwe veqetînim."    Piştî girtin, sirgûn û dûrxistina ji peywirê ya gelek mamsoteyan Doganê jî îstifa kiriye û 14 salan mamostetî nekiriye.    PIŞTÎ 14 SALAN LI SÊWAZÊ DÎSA DEST BI MAMOSTETIYÊ DIKE   Dogan, anî ziman ku di sala 1992'yan de ji bo cardin mamostetiyê bike serlêdan kiriye û tayinî navçeya Kangal a Sêwazê hatiye kirin û li vira dest bi mamostetiya seretayî kiriye.    Dogan, diyar kir ku piraniya navçeya Kangalê elewî bûne û got: "Piştî salekê betlane dest pê kiribû. Min bihîst ku rewşenbîr, helbestvan, nivîskar, kedkar û ciwanên me hatine bajêr. Ji bo em jî biçin şahiyên Pîr Sûltan Abdalê min gazî hevjînê xwe û zarokên xwe jî kir. Hevjînê min gotibû 'Em ê careke din biçin.' Heger hevjînê min negota em biçin bajêr, min ê li otêlê cih eyar bikirana. Nebû qismet wan mirovên hêja nas bikim."    DEWLET 8 SAETAN TEMAŞE KIR    Dogan, anî ziman ku gava gihaştine bajarê xwe bihîstine ku li Otêla Madimakê mirov hatine şewitandin û got: "Dewletê alîkarî nebir ji wan mirovên şewitîn re. Di sala 1974'an de li Qibrisê Rûm û Tirk şerê hev kiribûn. Ecevît di nav 4 saetan de esker şandibûn Qibrisê. Dewleta ku bi qaweta xwe pesnê xwe dida, 8 saetan şewitandina wan mirovan temaşe kiribû."    Dogan, anî ziman ku piştî betlaneya havînê her kes çûye cihê karê xwe lê belê wê ji xwe re gotiye "Ez ê biçim ku? Ez diçim ku? Ma ez ê biçim cihê zilmê?" Dogan, bilêv kir ku piştî vê lêpirsînê biryar girtiye ku îstifa bike û got: "Kes li ber ranebû. Wekî fîlmekî hat temaşekirin. Mi got, lanet li wan zaliman û sê qurîşê ku didin. Min îstifa kir. Neçûm, min nikaribû biçe. Ew li wir bi saxî, bi qîjeqîj şewitîn em jî li cihê xwe şewitîn. Kesên mirov bin û çi hîs kiribin min jî ew hîs kir. Em li Mereşê, li Çorûmê, li Sêwazê birîndar bûn. Hê birînên 38'an necebirîbûn. Qe nebûna diviya dewletê bigotana 'Me nikaribû bi çend zaliman, em dawa lêborînê dikin.'"    MA / Ayşe Surme