Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye 2020-07-02 09:20:56 MÊRDÎN - Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Osman Saglam diyar kir ku piştî "pêvajoya asayîbûnê" hejmara pêketiyan zêde bûye û got: "Hê asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye."  Piştî pêvajoya "asayîbûnê" tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê sist bibûn. Piştî vês istbûnê bi taybetî li Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Amedê hejmara pêketiyan zêde bû. Li Mêrdînê bi taybetî piştî 1'ê Hezîranê hejmara pêketiyan sê qat zêde bû. Niha li bajêr nêzî 250 kes ji ber şewbê li nexweşayan tên tedawîkirin.    Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Osman Saglam, rewşa li bajêr nirxand.    BERIYA ASAYÎBÛNÊ Û PIŞTÎ ASAYÎBÛNÊ REWŞA MÊRDÎNÊ    Saglam, destnîşan kir ku pêvajoya pandemiyê bi awayekî veşarî hatiye birêvebirin û got, ji bo daxilî nav pêvajoyê bibin Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê ava kirine û ji bo vê jî bankeya daneyan çêkirine. Saglam, anî ziman ku daneyên ku wan bi dest xistine û yên fermî li hev dernayên û got: "Daneyên bi dest me diketin 2 qat an jî 3 qat zêdetirî yên fermî bûn."    Saglam, diyar kir ku pêvjo divê wekî beriya asayîbûnê û piştî asayîbûnê bê nirxandin. Saglam, bilêv kir ku hikûmetê têgiha "asayîbûnê" bi zanebûnî bi kar aniye û got: "Asayîbûn an sistkirin? Pêvajoya asayîbûnê wekî pêvajo qediyaye, pandemî nemaye tê famkirin. Mixabin me tenduristkaran û gel xwe di nav vê rêgiha asayîbûnê de winda kir. Niha li Mêrdînê li gor meha Gulanê hejmara pêketiyan 2-3 qt zêdetir bûye."   Saglam, destnîşan kir ku li bajêr di demên dawî de tenê di rojekê de di 120 kesî de şewb hatiye teşxîskirin û ev yek teqabulî hejmara hefteyekê ya meha Gulanê dike. Saglam, anî ziman ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" ji metrepolan gelek kes hatine û di zêdebûna hejmara pêketiyan de bandora vê yekê jî heye. Saglam, destnîşan kir ku bi taybetî jî di nav ciwanan de zêdetir bûye û sedema vê jî esasnegirtina îzolasyoan civakiyî ye. Saglam, diyar kir ku vebûna kafeyan, vebûna deverên xebatê hejmar zêdetir kiriye.    Saglam, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze "pergala keriyê" li ser gel pêk bîne û got: "Nexweşînek heye, em baş pê nizanin. Lê tu rabî li ser wê ehsibane domdirêj bikî ne rast e. Niha gel be rbi xetereyê ev tê şandin. Gel bi patojeneke ku pê nizane çi ye re rû bi rû dimîne. Ev jî kir ku hejmar zêde bibe. Em der barê vê patojenê de pir bi tişkî nizanin. Lê em dizanin ku di nexweşên ciwan de zêde dibe. Êdî semptomên enxweşan girantri in. Pergala keriyê ji bo nexweşîneke wekî Covîd-19'ê ne guncan e."    Saglam, anî ziman ku hikûmetê bi zanebûnê ev pergala kerîbûnê xistiye dewrê û têgiha "asayîbûnê" jî bi zanebûnî bi kar aniye û bal kişand ser krîzeke aborî ya giran.    ‘ASAYÎBÛN ÇÊNEBÛYE'    Saglam, bal kişand ser pêşniyarên Rêxistina Tenduristyê ya Cîhanê (WHO) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) yên der barê pandemiyê de û got, "pergala keriyê" ne guncan e. Saglam, destnîşan kir ku loma divê tevdîr bidomin û got, divê projeyên wekî "îzolasyona civakiyî û dimaldemayînê" bidomin. Saglam, bilêv kir ku rojên bixetere li benda Tirkiyeyê ne û got: "Nexweşîn neqediyaye. Hê asayîbûyîn çênebûye. Di Gulan û Nîsanê de me çawa tevdîrên xwe digirtin divê em niha jî bi heman awayî bidomînin."    MA / Ahmet Kanbal