Beriya qeyûm 10 hezar pirtûk bûn, piştî qeyûm 300 pirtûk man 2020-07-02 09:20:04   AMED – Hejmara pirtûkên Pirtûkxaneya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxxwînê ku di sala 2012'an de Şaredariya Peyasê ew ava kiribû, zêdetirî 10 hezar bûn. Lê belê piştî qeyûm hat tayinkirin di pirtûkxaneyê de tenê 300 pirtûk tenê mane.    Şaredariya Peyas a Amedê di sala 2010'an de Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ava kiribû. Piştî avakirina navendê jî li navendê ji bo xwendekar sûdê bigirin pirtûkxaneyek ava kiribû û 10 hezar pirtûk xistibûn pirtûkxaneyê. Pirtûkên li pirtûkxaneyê bi kurdî û tirkî bûn. Lê belê piştî di Kanûna 2016'an de qeyûm hat tayinkirin ev mîsyona pirtûkxaneyê nema.    Qeyûm Mûstafa Kiliç, piştî hat tayinkirin pirtûkên li pirtûkxaneyên Malên Gel ên li taxa Peyas, Firat, Medya, Mezopotamya û Barişê jî berhev kirib n û gişa îmha kiribû.    Qeyûm Kiliç ku refên pirtûkxaneyan vala kiribû di sala 2017'an de bi hinceta "nelirêtî" kiriye ji peywirê hatibû girtin.    Di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de gava HDP'ê şaredarî bi dest xist cardin refên pirtûkxaneyê tije kirin. Lê belê piştî Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz hat binçavkirin û di 21'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayinî şûna wê hat kirin xebatên ji bo pirtûkxaneyên dihatin kirin jî sekinîn.    Vê carê Qeymeqamê Peyasê Qeyûm Unal Koç ku tayinî şaredariyê hat kirin, polîtîkayên qeyûmê berê yên ji bo pirtûkxaneyê domandin û wî jî pirtûkên li pirtûkxaneyê berhev kirin. Li pritûkxaneya ku 600 metrekare ye 10 hezar pirtûk hebûn, lê belê niha tenê 300 pirtûk mane.    Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê ku tahsîsî Midûriyeta Perwedehiya Gel hatibû kirin beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an bi rojekê hatibû texrîbkirin.