Tespîta vîrûsê dikin lê tedbîrê nagirin 2020-07-02 09:18:42   EDENE - Li herêma Çukurova vîrûs zêde bûye. Li qeymeqamiya Navçeya Çukurova ya Edeneyê li gel di xebatkarê Qeymeqamiyê de vîrûs tespîtkirin jî tedbîr negirtign. Xebatkarên qeymeqamiyê diyar kirin ku bi fikarin û tu tedbîr nayên girtin.    Li Navçeya Çukurova ya Edeneyê di xizmetkarek Midûriyeta Perwerdehiyê ya li avahiya Qeymeqamiyê de vîrûsa corona hat dîtin. Li gel ku vîrus hat dîtin jî tu tedbîr negirtin. Li avahiyê tedbîr nayên girtin. Xizmetkarê avahiya Qeymeqamiya Çukurovayê ji ber ewlehiya xwe navê xwe neda û diyar kir ku li gel di personelên li avahiyê de vîrûsa corona hatiye dîtin jî tu tedbîr nayên girtin. Xizmetkar da zanîn ku di personelekî Midûriyeta Perwerdehiyê ya li avahiya Qeymeqamiya Çukurova kesek bi vîrûsê ketiye û li gel vê yekê tu tedbîr negirtine.    Personel anî ziman ku di odeyekê de 15 - 20 kes hene. Peronelê nexweş bi hemû xebatkaran re di nava têkiliyê de ye. Kesên bi nexweş re ketin temasê nehatin testkirin. Dixwazin ser vê yekê veşêrin. Lê xebatkarên li qeymeamiyê ketine nava fikarekê.    Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Edeneyê Seçîl Sonmez, diyar kir ku têkildarî mijarê bi Midûriyeta Perwerdehiyê re hevdîtin kirine lê bersîva "Personelê bi korona derket destûrê. Di saziya me de tu pirsgirêk tune ye." stendine.