ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-02 09:00:22   * Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 sal in şer didome. Di şer û êrîşên DAIŞ, El-Nusra, OSO, Sultan Murat û komên din ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de herî zêde jin bûn armanc. Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navendaw ê Îngiltere ye, heta 2018'an 106 hezar sivîl bi giştî 353 hezar û 900 mirov hatin kuştin û ji sedî 40 jin û zarok in.    * Serokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan diyar kir ku bi îşkencekirina Rojbîn Çetîn re konseptek nû ya îşkenceyê hatiye destpêkirin û ev dîmenên îşkenceyê sepanên salên 80’î tîne bîra wan û ev yek rê li ber zêdebûna îşkenceyê vedike.    * Hejmara pirtûkên Pirtûkxaneya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxxwînê ku di sala 2012'an de Şaredariya Peyasê ew ava kiribû, zêdetirî 10 hezar bûn. Lê belê piştî qeyûm hat tayinkirin di pirtûkxaneyê de tenê 300 pirtûk tenê mane.    * Serdozgerê Komarê yê Êlihê der barê 309 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê li dijî neheqiyan serî hildan doz vekir û heta 5 hezar û 871 salan cezayê girtîgehê dixwaze.    * Hevserokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Osman Saglam diyar kir ku piştî "pêvajoya asayîbûnê" hejmara pêketiyan zêde bûye û got: "Hê asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye."    * Menşûre Dogan gava Komkujiya Sêwazê pêk hat li Sêwazê mamsotetî dikir, piştî komkujiyê ji mamsotetiyê îstifa kiriye û careke din neçûye Sêwazê. Dogan, got: "Ew bi saxî û qîjeqîj dişewitîn, em jî li cihê ku lê bûn dişewitîn."    * Zebzên ku Şaredariya Silopiyayê li nav erdekî 29 donimî çandibûn gihaştin û li gel hatin belavkirin.    * Ji ber pandemiyê eywanên dawetan demeke dirêj girtîbûn. Niha çendî ku destûr hatibe dayîn jî lê belê xwediyên eywanan diyar kirin ku tiştên di giştînameyê de cih digirin bi kêrî wan nayên loma wê eywanên xwe venekin.    * Endama Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk Rojbîn Çetîn, bi kûçikan hatibû îşkencekirin. Jinên ku bertek nîşanî vê yekê dan, bang li civakê kirin ku xwedî li rûmeta mirovahiyê derkeve.    * Kafiroşên li Qersê ji bo sewalkaran, her sal bi kamyonan kayê ji derve tînin. Kafiroş îsal jî ji bo amadekariya zivistanî diçin li Amed û Rihayê kayê dikirin û bi kamyonan dibin Qersê. Kafiroşê Qersî yên kayê ji Amed û Rihayê dikirin, diyar kirin ku heta digêjin Qersê li ser rê gelek caran ceza li wan dibirin. Kafiroşan anîn ziman ku ji ber gubre û mazot buha bûye ka jî bûha bûye û tona kayê bi 700 tl tê firotin.    * Li herêma Çukurova vîrûs zêde bûye. Li qeymeqamiya Navçeya Çukurova ya Edeneyê li gel di xebatkarê Qeymeqamiyê de vîrûs tespîtkirin jî tedbîr negirtign. Xebatkarên qeymeqamiyê diyar kirin ku bi fikarin û tu tedbîr nayên girtin.    * Danişîna doza Endamê Komîsyona Hiqûqê yê HDP'ê Kenan Maçoglu dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.50)   * 19'emîn danişina doza 46 rojnamegerên ku ji doza KCK'ê tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * 3'emin Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê T24'ê Dogan Akin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Berdevma Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, tê dêkildarî rojeva jinan li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)     * Rêxistinên parêzeran dê li peş Edliyeya Enqereyê ji parezeran "Zincîra parastinê ava bikin." (12.00)   * Dê gelek rêxistin li gelek bajaran ji bo bîranîna kesên di komkujiya Madımakê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin daxuyainyê bidin." (10.00 - 16.00)