Hejmara pêketiyan 200 hezarî derbas kir 2020-07-01 20:16:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro jî hezar û 192 kes bi şewba Covîd-19'ê ketine û 19 kes jî jiyana xwe ji dest daye.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 192 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 201 hezar û 98 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 150.