Eskeran li Pasûrê agir bi daristanê xist 2020-07-01 16:10:01   AMED – Hat ragihandin ku li gundê Barinê ya girêdayî navçeya Pasûrê eskeran şewat derxistiye û agir her ku diçe li derdorê belav dibe.    Li gundê Barinê ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê esker derketin operasyonê. Hat zanîn ku dema esker derketine oprasyonê agir bi derdorêxistine û şewat derketiye. Şewat li qada bi dar belav bûye û esker nahêlin welatî mudaxileyî şewatê bikin. Şewat 500 metre dûrî gund derketiye û hat gotin şewat ber bi gund û Geliyê Godernê ve diçe û li derdorê belav dibe. Hat zanîn ku tevî agahî dane komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî lê neçûne tefandina agir.    Şêniyên gund diyar kirin ku şewat didome û bang kirin ku bi lezgînî mudaxileyî şewatê were kirin.