Li Şaredariya Mêrdînê bêrêbazî û nelirêtî derketin holê 2020-07-01 15:51:56   MÊRDÎN – Mufetîşan lêkolîna li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dawî kir û derbarê gelek rêvebirên payebilind ên şaredariyê de ji ber nelirêtî û bêrêbaziyê gilî kirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Piştî ku Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman tayînî navendê ango Enqereyê hat kirin, mufetîşan li şaredariyê dest bi lêkolînê kir. Hat zanîn ku mufetîşan lêkolîna xwe bi dawî kiriye û gelek bêrêbazî û nelirêtiyan tespît kirine. Mifetîşan piştî lêkolînê derbarê gelek rêvebirên şaredariyê yên payebilind de ji ber bêrêbazî û nelirêtiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan û gilî kirin. Kesên ku ji aliyê Mustafa Yaman ve girtine kar jî navê wan di lîsteya nelirêtiyê de hene.    Yek ji van kesên darbarê wî de gilî hatiye kirin jî Serketerê Giştî yê Şaredariyê Abdullah Yenîgun e û ew di 26’ê hezîranê de ji wezîfeyê hatibû girtin. Mûrat Suzen ê li Edeneyê alîkarê walî bû tayînî şûna Yenîgun hatibû kirin.    Hat zanîn ku Serokê Daîreya Xizmetên Malî Adnan Kaya û Serokê Daîreya Xizmetên Piştevaniyê Îbrahîm Erkan jî ji wezîfeyê hatine girtin.