Parazvanên mafên mirovan: Tirkiye bûye warê îşkenceyê 2020-07-01 15:45:55   ÎZMÎR - Parazvanê mafê mirovan, bal kişand ser rewşa girtîgeh, binçavkirin û îşkenceya tê kirin û gotin: “Tirkiye bûye warê îşkenceyê.    Parazvanê mafê mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) û Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), li dijî îşkenceyê û muameleya xerab daxuyanî dan. Nûnerên mafên mirovan li şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê daxuyanî dan.  Endama ÇHD'ê Parêzer Tugçe Nazli Akin, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin tundiya li ser mafên mirovan e û wiha got: Li Girtîgeha Şakranê Ozgur Karakaya û Didem Akman 134 rojin ji bo mafê darizandina bi edalet di grevê de ne. Şeva 25'ê Hezîranê ew rakirin nexweşxaneyê. Xwestin bi zorê mudaxaleyî wan bikin. Ev rewş muameleya xerab û ûşkence ye.  Li malê û di bin çavan de îşkence li Rêvbera HDP'ê Sevil Rojbin Çetin kirin. Bi kuçikan îşkence kirin. Çetîn di aliyê rûhî de jî pir zahmetî kişand. Berê jî bûyeren bi vî rengî pêk hat. Êdî ev ji aliyê polîs û eskeran ve bûye halekî rûtin. Ev îşkencelek bi rêk û pêk e. Divê berpirsiyar bên ronîkirin û cezakrin."