Polîsan daxuyaniya ji bo girtîgehan asteng kir 2020-07-01 15:00:29 STENBOL – Polîsan daxuyaniya MATUHAY-DER’ê ya ji bo binpêkirina mafên girtiyan xwest bide asteng kirin. Serokê Komeleyê Husnu Taş got mafê wan demokratîk hatiye astengkirin.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) xwest li ber avahiya xwe ya li Aksaraya Stenbolê têkildarî binpêkirina mafên girtiyan daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan destûr neda daxuyanî were dayîn û asteng kir. Serokê Komeleyê Husnu Taş astengkirina polîsan şermezar kir. Di navbera wî û polîsan de gengeşe derket. Polîsan gefa “binçavkirin û girtinê” li Husnu Taş û beşdarên daxuyaniyê xwarin.    Piştî gengeşeyê di nava deriyê avahiya komeleyê de astengiya polîsan hat şermezarkirin. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci, Dayikên Aştiyê, Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘BINPÊKIRINA QANÛNA BINGEHÎN E’    Serokê Komeleyê Hunsu Taş bertek nîşanî astengiyê da û wiha got: “Ev astengî nayê qebûlkirin. Mafê me yê demokratîk tê astengkirin. Lê em ê serî netewînin û di dem û cihên cuda de daxuyaniyan bidin.”   Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdla Avci jî destnîşan kir ku mafê wan ê Qanûna Bingehîn hatiye binpêkirin û walîtiyê derbarê qedexeyê de tu agahî nedaye wan û qedexe li dijî hiqûqê ye.