Xwestin serokê wan were berdan 2020-07-01 14:47:31   STENBOL – Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê xwest serokê wan Alî Ekber Barmagiç were berdan û diyar kir ku ew ê bêtir xwedî li xwezaya xwe û qadên jiyanê derkevin.    Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê têkildarî serokê rêveberiya xwe Alî Ekber Barmagiç duh hatibûn binçavkirin li şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên komeleyê û atkîvîstên ekolojiyê beşdarî civînê bûn û pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me bêzar bikin” û “Serokê me berdin” vekirin. Rêveberê Komeleyê Alîbaba Ben diyar kir ku yên li dijî talankirina xwezayê û axê ne zext li wan tê kirin û ew ê tevî hemû zext û zordestiyê û polîtîkay tundiyê jî têkoşîna xwe ya parastina av, ax, xweza û qadên xwe biparêzin. Ben got dixwazin bi binçavkirinê têkoşîna wan were tekbirin. Ben anî ziman ku ew ê li dijî zextan hêz û têkoşîna xwe mezintir bikin. Ben xwest ku serokê wan Alî Ekber Barmagiç demildest were berdan.