Serokê komîsyonê daxwaza serokên baroyan a tevlêbûna civînê red kir 2020-07-01 14:28:58   ENQERE - Serokên 7 baroyan xwestin tev li niqaşên civîna Komîsyona Wezareta Dadê ya Pir Buroyan bibin. Lê Serokê Komîsyonê yê AKP'î daxwaza Serokên Baroyan red kir.    AKP'ê xwestibû ku li her bajarî gelek baro bên avakirin û ji bo vê yekê pêşnûmeya zagonê birin meclîsê. Serokên Baroyan li dijî vê guhertinê derketin û meşiyabûn Enpere. Dîsa li Stenbol mîtîng li dar xistin û dê di 3'ê Tîrmehê de li Enqereyê mîtînga mezin li dar bixin. Serokên 7 baroyan xwestin tev li civîna Komîsyona Wezareta Dadê bibin. Serokên Baroyên Stenbol, Enqere û Trabzon jî di navde serokên 7 baroyan xwestin tev li civîna komîsyonê bibin.    Parlamenterên CHP'ê yê Mêrsînê Alpay Antme, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, Serokê Baroya Enqereyê Erinç Sagkan, Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel, Serokê Baroya Kayseriyê Cavit Dursun, Serokê Baroya Trabzonê Sibel Suîçmez, Seroka Baroya Kocaelî Bahar Gultekin Candemir û Seroka Baroya Duzce Azade Ay ji bo tev li komîsyonê bibin serlêdan kirin. Lê kolîsyona ku Hakkı Koylu yê AKP'î serokatiya wê dike daxwaza Serokên Baroyan red kir.