Jinên elewî yên li Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn 2020-07-01 14:14:46   MÊRSÎN - Jinên elewî li pêş Peykerê Madimakê kom bûn û rewşenbir û hunermendên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.    Jinên Elewî yên Mêrsînê, di 27'emîn salvegera rewşenbir, nivîskar û hunermendên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Jinên elewî li pêş Peykerê Madimakê yê li Parka Aştî û Xwişk û Biratiyê ya 2'ê Tîrmehê ya Madımakê kom bûn û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibir anîn. Jinan piştî bibîranînê li pêş bîrdariyê qurnefil danîn û axaftin kirin. Li ser navê jinan  Aynur Şahîn axivî û wiha got: "Wê rojê yên gotin ‘Ruhê avê jî heye' û av li agir nedikirin, bedena wan di nava agir de şewitî. Bedena wan di nava agir de bê bêhn me. Her mirin bi êş e. Her cureyên kuştinê hovîtîye. Lê kuştina bi şewitandinê hovîtiyek pir cuda ye. Tenê gotina komkujiya sêwasê têr nake. Sêwas cihê mirovahî lê hat şewitandin û qetilkirn e. Doza komkujiyê bê ceza bi encam bû. Em vê komkujiyê tu carî ji bîr nakin."