Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê 2020-07-01 12:47:59   ENQERE – Dadger di danişîna doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de biryar da ku şahid Evindar Oruç bi zorê bînin dadgehê.    11'emîn danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ji ber daxuyaniyên der barê Efrinê de dabû, bi îdeaya “Rêveberiya rêxistinê" doz hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Gaven tev li danişînê nebû. Lê parêzerên Guven di danişîna dozê de amade bûn. Serokê Dadgehê diyar kir ku Şahid Evindar Oruç ji bo di dadgehê de amade bibe, nivîs ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê re nivîsîye, lê bersîva ku Oruç hatiye berdan ji wan re hatiye. Dadger diyar kir ku îfadeya şahid Oruç ji dozgerê komarê yê Amedê re jî nehatiye şandin. Dozger jî xwest şahid Evindar Oruç bê guhdarkirin û ji bo wê jî xwest biryara anîna dadgeheê bê dayîn.    ‘DIVÊ HEMÛ TÊXIN NAVA DOSYAYÊ    Parêzerên Guven jî anîn ziman ku tenê beşa teşhîsê ya îfadeya şahid Evindar Oruç xistine dosyayê û xwest tevahiya îfadeyê têxin dosyayê. Parêzeran anîn ziman ku şahid Evîndar Oruç ji poşmandiyê sûd girtiye û îfade daye û wiha got: "Divê parêzerên şanid jî li dadgehê amade bibin û bên guhdarkirin.    Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryar dan ku şahid Evîndar Oruç bi zorê bînin danişînê û li wê guhdar bikin. Danişîna dozê taloqî 28'ê Cotmehê kirin.