'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be' 2020-07-01 11:54:51   ENQERE - Huseyîn Karababa bi minasebeta salvegera komkujiya Sêwasê diyar kir ku xwişka wî Gulsun Karababa ya di komkujiya Sêwasê de şewitî û jiyana xwe ji dest da, di rojnivîska xwe de gotibû “Ez ê zû ji vê cîhanê koç bikim, lê ez ê şopê bihêlim." Karababa, anî ziman ku heta ev agir geş bibe û hilbibe, dê hawifaz û bîra wan her tim zindî be."    Di 2'ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê 33 kesên di navde hunermend, rewşenbir, nivîskar hebûn hatin şewitandin. Di ser komkujiya sêwasê re 27 sal derbas bûn. Yek ji kesên di komkujiyê de hatin şewitandin Hunermenda ciwan a 22 salî Gulsun Karababa bû. Birayê wê Huseyin Karababa tekildarî komkujiya Mamakê axivî. Huseyîn Karababa ku 10 salan ji Gulsun Karababa mezintir e, qala xwişka xwe kir û wiha got: "Em herdu di 25’ê Kanûnê de ji dayik bûn. Gulsun, biçûka malê bû. Me li ser destan mezin kir. Bir çalak  û şoreşger bû. Evîndarê azadiyê bû. Hem wêne xêz dikir, hem jî li tembûre dixist. Nazdara me bû. Bi politika û feminizmê eleqeder dibû. Navbera Gulsun û her kesî baş bû."     ‘PIŞTÎ TELEFONÊ HER TIŞT SER Û BIN BÛ'    Karababa, anî ziman ku dema komkujî pêk hat ew li bajarê Hamburg ê Almanyayê bû û wiha lê zêde kir: "Min ji xalê xwe bihîst ku xwişka min şewitî. Ji bo ez bem Tirkiyeyê min amadekarî dikir. Min ji bo Gulsun berçavka çarçoveya Îtalyan û pantolon kirî. Min amadekariyên xwe qedand û tam diketim rê telefon hat. Bi hatina telefonê re her tişt tev li hev bû. Saet di 14.00’ê esir de hevjina min hat. Min got ‘Bêhna min diçike. Tu dikare min derxe derve.' Em derketin derve û êvarî hatin malê. Ez bi fikar bûm. Min bihîst ku Otel şewitandine û kesên wekî Nesîmî Çimen û derdora wan di otelê de şewitîne. Bavê min hat aqilê min. Bavê min ozanekî mezin bû. Dema xalê min bi telefonê li min geriya min got 'Bavê min e' Xalê min got na qet Gulsum  nehat aqilê min. Lê dema xalê min got Gulsun û Handan  e telefon ji destê min ket xwar. Her tişt li ber çavê min tarî bû û ji ser hişê xwe çûm. Her tiştê min ser û bin bû. Piştre min ji hevjîna xwe re got 'Her tiştî emanetî te dikim. Ez ê dîsa vegerim û hatim Tirkiye. Piştî wê rojê carek din venegeriyam.    'EZ Ê ZÛ KOÇ BIKIM LÊ EZÊ ŞOPÊ LI PEY XWE BIHÊLIM'    Karababa, anî ziman ku xwişka wî Gulsun, di rojnivîska xwe de gotibû “Ez ê ji vê cîhanê zû koç bikim, lê ez ê şopê bihêlim" û wiha got: "Em ji Sêwasê ne.  Em di nava şer de mezin bûn. Ev şer ne nû bû. Lê qetilkirina bi şewatê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mirov ne li dijminê xwe û ne li tu kesî vê vê yekê dike. Piştî Gulsum hat şewitandin, me her tiştê xwe da alî û em ketin vê rêyê. Gulsum ev doz anî heta vir. Em li Sêwasê di nava Elewiyan de malbatek tên nasîn. Piştî me Gulsum winda kir, êdî her tişt ji bo min qediya. Eger em dest ji vê meseleyê berdin, tu wateya Sîwasiya me û Elewitiya me namîne.Me sond xwariye ku em dest ji vê meseleyê bernedin."     Karababa, bal kişand ser tekoşîna 27  salan a hiqûqê û wiha got: “Niha darizandina 3 kesên fîrarî yên dosyayê didomin. Piştî 2023'an dê dem di ser dozê re derbas bibe. Di pêvajyoa şewbê de min li gel parêzerê xwe dozya lêkolîn dikir, me dît ku 3 kes ne ji sûçê terorê ji sûcê cînayetê li wan digerin. Me serî li dadgehê da. Me pêvajoyek nû da destpêkirin. Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ketin navberê. Me 5 cilt pirtûk derxist. Em dixwazin ku 3 bersûc bi lez ji doza terorê bê bên darizandin. 27 sal derblas bûn, lê doz hêj bi encam nebûye. Malbat diyar dikin ku raste rast destê dewletê di nava vê yekê de heye. Dema li Dîkmenê cenaze rakirin wê demê min dirûşmeya ‘Qatil devlet’ berz kir. Ji wê deme heta niha 27 sal borîn, lê hêj ez li pêş otela Madimakê û Gobeka Kizilayê dibêjim ‘Qatil dewlet'. Me der barê Waliyê Sêqasê Salih Aydin de serlêdana sûc kiriye. Ev komkujî ye. Waliyê wê demê li dijî wê bûyerê digot 'Zêde mudaxale nekin'  Piştre çend waliyên din jî hatin gotin 'Ev bûyer e'    Ji bo Otela Madimakê bibe "Muzeya Şermê" têkoşîna me didome.      Karababa, anî ziman ku dê sibê kesên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bibîr binin. Agirê ji Madimakê hilbû, hêj hildibe. Ez der û dora agir paqij dikim. Her tim agir geş dikim. Heta ku agir hilbibe û geş bibe dê tu carî bîr û hafiza ya me winda nebe. Dewlet hewl dide ku komkujiyê di sînorê Sêwasê de bifetisîne. Lê îro li her derê cîhanê bîranîn hene."    MA / Zemo Aggoz