‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’ 2020-07-01 11:44:25   AMED - Malbata Adnan Aksû yê ku niha li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne diyar kir ku li gel bi dehan daxwaznameyan jî girtiyan nabin nexweşxaneyê û xwarina nepaqij û ava wek heriyê diherike didin girtiyan.   Li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçin zêde dibin. Adnan Aksû yê 28 salî ji "endamtiya rêxistinê" 15 sal ceza lê hatiye birîn, nêzî 6 salan e jî girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne. Malbata Aksû di 30’yê hezîranê de bi telefonê bi lawê xwe re axivîn. Malbatê diyar kir ku roj bi roj pirsgirêkên girtîgehê zêde dibin û wiha got: “Lawê me axaftina bi telefonê de got ku ‘ava girtîgehê weke heriyê diherike. Di nava xwarinê de mû, kêz, kurm derdikevin.’ Li ser gilîkirina girtiyan jî rayedar tiştekê nakin. Hêj ku nebûye dereng divê rayedar tevdîran bigirin. Heke di van şert û mercên nebaş bidomin dê girtî nexweş bikevin.”    ‘TEVDÎR NAYÊN GIRTIN’   Malbata Aksû anî ziman ku ji bo şewba vîrûsa koronayê jî tevdîr nayên girtin û got: “Tu tevdîr tune ne. Destpêkê ji 4 rojan carekê odeyên girtiyan dezenfekte dikirin lê niha wê jî nakin. Qutiyeke dezenfektanê didin 20 girtiyan ew jî di rojekê de diqede. Malzemeyên paqijiyê yên biha didin girtiyan.”   ‘GIRTIYAN TERKÎ MIRINÊ NEKIN’   Malbata Aksû da zanîn ku girtî ji bo ku biçin nexweşxaneyê bi dehan caran daxwazname dane lê bi tu awayî girtiyan nabin nexweşxaneyê û wiha got: “Rayedarên girtîgehê girtiyan ne ji bo ku muayene bibin ne jî ku biçin kontrolên xwe nabin nexweşxaneyê. Ev sê mehe jî faturayên ceyranê nadin girtiyan li ser kaxizekê pereyê bi dilê xwe dinivîsin û dibêjin deynê xwe bidin. Em dixwazin li dijî van pêkanînan her kes bêdeng  xwe derxîne û bila girtî terkî mirinê nebin.”    Têkildarî mijarê em li rayedarên girtîgehê geriyan. Rayedaran diyar kir ku derbarê îdiayan de nikarin agahî bidin û ji bo agahî girtinê xwestin em serî li dozgeriyê bidin.