Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist 2020-07-01 10:59:35   MÊRDÎN – MARSÛ ku di pêvajoya vîrûsê de avê ji 2 TL’yî derxistibû 5.60 TL’yî, zema ku dê vê mehê bikira ji ber vîrûsa koronayê paş de xist.   Îdareya Avê û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 19’ê tebaxa 2019’an de cara duyemîn qeyûm tayînê wê hatibû kirin, ava ku di dema HDP’ê de 2 TL’yî bû zem kiribû û derxistibû 5.60 TL’yî. Di rojên ku bandora vîrûsa koronayê gelek zêde bû de derbarê vê zemê de tu daxuyanî nehatin dayîn.   MARSÛ, derbara zema ku dihat payîn di vê mehê de bihayê avê derxe 6.25 TL’yî de daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de zemê heta piştî sersalê paşde xistiye.