Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin 2020-07-01 09:51:25    ANTALYA – Polisan li Antalyayê bi serdegirtina malan de endama Malên Gel Ebrû Întîbay binçav kirin.   Li Antalyayê polisan bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de polisan endama Malên Gel Ebrû Întîbay binçav kirin. Întîbay ku sedema binçavkirina wê nehat hînbûn, derbarê dosya lêpirsîna wî de biryara nepeniyê hat dayîn.  Hat hînbûn ku Întîbay li Miduriyeta Polisan a Antalyayê tê girtin.