Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in 2020-07-01 09:20:38   ŞIRNEX - Esnafên bazara Cizîrê, anîn ziman ku wan tu salan serdemeke weke îsal zor û zehmet derbas nekirine û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê gel ji nexweşiyê nemire jî, wê ji birçîbûnê bimire.”    Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber krîza aborî mexdûr dibin her ku diçe zêdetir dibe. Şewba vîrûsa koronayê û aloziyên tendûristiyê bi lez bandor li bankên cîhanê kirin. Ji ber vê sedemê kar hatin rawestandin. Hikumeta Tirkiyeyê jî bi bihakirina xurek, fêkî û zebzeyan dibe sedema bertekan. Yek ji bajarên Tirkiyeyê ku herî zêde pirsgirêkên aboriyê lê hene û esnaf û welatî mexdûr bûne Şirnex e. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, esnafên bazarê, ji ber têkçûyina aboriyê kar nakin. Dîsa ji ber bihabûnê welatî jî nikarin fêkî bikirin. Esnaf û welatî, li hember vê rewşê gelek bi bertek in.   HER TIŞT BIHA BÛYE   Welatiya bi navê Şerîfe Kocak, diyar kir ku ji ber şewba koronayê û bihabûna xurek û zebzeyan êdî nikarin kirîn û firotinê bikin û wiha got: "Her ku diçe şewba vîrûsê li navçeya me zêde dibe. Li Tirkiyeyê jixwe ji berê de krîzeke aborî hebû. Lê herêmê bi belavbûna şewbê re krîza heyî kûrtir bû. Ji ber ku pere tuneye û her tişt biha bûye êdî kes nikare derkeve derve. Ji 20 an jî 15 rojan carekê em tên bazarê. Kar tuneye, gel birçî ye û ev nexweşî heye. Di vê rewşa bi aloz de, ma em dikarin bêjin em baş in?”   ‘EM Ê NE JI NEXWEŞIYÊ JI BIRÇIBÛNÊ BIMIRIN’   Makbûle Yençer a ku bi salane li bazarê mast difiroşe jî, anî ziman ku tu salan bi qasî îsal wan zehmetî nekişandiye û ev tişt got: “Ev 10 sal in her roj berbanga sibehê ji gund têm û li navçeyê mast difiroşim. Min tu sal bi qasî îsal zor û zehmetî nedît. Kriza aborî her ku diçe kûr dibe. Her tişt biha bûye. Ji bo ku satilek mast bifiroşim her roj têm li vir rûdinim heta êvarê. Carna tenê satilekê difiroşim û carna jî qet nafiroşim.Ger ku firotina mast nebe, ez ê çawa debara xwe bikim? Ger em ji nexweşiyê nemirin jî em ê ji birçibûnê bimirin.”    HERÎ ZÊDE 50 TL QEZENC DIKE   Mastfiroş Şerîfe Delnî jî bertek nişanî neçareserkirina krîza aboriyê da û bertekên xwe wiha anî ziman: “Em bi firotina mast debara xwe dikin. Ji bo vê her roj ji gund têm navçeyê. Bi rastî jî pir zehmet e. Ez hatime vî emrê xwe heta niha ez dixebitim. Ez li bazarê hem giya difiroşim û hem jî mast difiroşim. Roja ku em herî zêde pere qezenc dikin 50 TL’ye. Îroj bi 50 TL’yî mirov dikare çi bikire? Kar tuneye, her tişt biha bûye û ji me re jî dibêjin di malên xwe de bimîn in."    'BI MIROVAN RE PERE NEMA YE'   Yusif Dalga ku li bazarê zebze û fêkiyan difiroşe jî da zanîn ku pir zehmet e xwe ji vîrûsê biparêzin û ev tiş gotin: "Ji ber vîrûsê kesek ji malên xwe dernakeve. Ger em nexebitin em ê nikaribinn debara xwe bikin. Êdî bi mirovan re pere nemaye. Ez pir caran dest vala diçim malê. Serê sibehê heta êvarê li ser dezgeh me. Lê li bazarê kes tuneye?"    MA / Zeynep Dûrgût