'Avahiyên talûke vedişêrin' 2020-07-01 09:14:29   WAN - Endezyarê Înşeatê Farûk Gorunuş, anî ziman ku li Wanê ji ber erdhejên berê piraniya avahiyan xesar dîtiye û kesên li vira dijîn ser vê rastiyê digirin û got: "Heger erdhejek çêbibe dibe ku gelek avahî hilweşin. Divê tevdîr bên girtin."    Li Wanê û navçeyên wê di salên dawî de gelek erdhej çêbûn û ji ber van erdhejan gelek welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek avahî jî xesar dîtin. Endezyarê Înşeatê Farûk Gorunuş, destnîşan kir ku li bajêr gelek avahiyên xesardîtî hene û got, heger erdhejek çêbibe wê gelek avahî hilweşin.    AVAHIYÊN KEVN Û XETERE    Gorunuş, bibîr xist ku di erdheja 2011'an de 644 kes jiyana xwe ji dest dane û di erdheja dawî ya li Elbakê de jî 10 kesî jiyana xwe ji dest daye û got: "Li Wanê piştî erdheja 2011'an gelek avahî xesar dîtin û hin avahî hatin xerakirin. Wê çaxê, bi qasî min şopand û dît hin mirov ji bo avahiyên pir xesar dîtine wekî avahiyên hindik xesar dîtine nîşan bidin serî li dadgehan dan. Avahiyên kevn yek jê jî nikare li ber edhejekê xwe ragire. Loma divê avahî giş bên kontrolkirin. Piştî erdhejê, mesela hin avahiyên pir xesardîtî û yên hindik xesardîtî derveyê wan hat girtin. Her kesî bi lez û bez hewl da avahiyên xwe têkûz bikin. Piranî jî avahiyên qaçax bûn. Ev ne rast e. Tişta rast ev avahî ji nû ve bên kontrolkirin. Divê ev yek tevî sazî û kesên eleqedar bê kirin."    Gorunuş, destnîşan kir ku civak rastiya erdhejê ji bîr kiriye û got: "Demek berê li Elbakê erdhej çêbû. Erdhejek biçûk bû, lê ew qas mirov û heywan mirin. Bi rastî jî tiştekî êşbar e. Bi taybetî avahiyên navçe û gundan piranî avahiyên axî ne. Niha hê jî mirov di avahiyên pir xesardîtî de rûdinên. Herêma me li ser xeta erdhejê ye. Loma divê avahiyên gundan baş bên kontrolkirin. Rewşa aborî ya mirovên li gund diyar e, loma divê li gor van standardan avahiyên nû bên çêkirin."