Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e 2020-07-01 09:12:43   DERSÎM – Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû ji bo Komkujiya Sêwazê ku 33 nivîskar, hozan û rêveber hatin şewitanin û kuştin got: "Di dîroka Tirkiyeyê de wekî "roja reş" cihê xwe girtiye. Feraseta ku wê rojê digot 'em şerîatê dixwazin' û bi saxî mirov şewitandin, mixabin îro misteşar, wezîr û rêvebiriên îqtidarê ne."    Di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Sêwazê di dema Şahiyên Pîr Sûltan Abdal de li Otêla Madimakê 33 nivîskar, hozan û bîrewer bi saxî hatin şewitandin û kuştin.  Hevserokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, ji bo komjiyê got "roja rewş" û bibîr xist ku di dîroka komarê de mirov bi saxî hatine şewitandin û komkujî neqediyane.    Kûlû, diyar kir ku salên 1990'î serdemee ku mirovan dest bi bilêvkirina mafên xwe kirine û got, ev serdem bi refleksa dewletê derketiye holê. Kûlû, anî ziman ku dema Komkujiya Sêwazê pêk hatiye li erdnîgariya kurdan jî 17 hezar cinayetên kiryar nediyar pêk hatine û nêzî 5 hezar gund jî hatine şewitandin. Kûlû, destnîşan kir ku rewşenbîr, siyasetmedar, parêzer û nivîskar bi suîqastan hatine kuştin û got: "A herî êşbar jî li Sêwazê şewitandina mirovên ku bi dengê xwe, bi stranên xwe û bi helbet û wêjeya xwe dibûn dengê mirovan. Tiştên qewimîn belkî qirkirina herî mezin a dîrokê yeç Qirkirin tenê ne mirina mirovan e. Koçberî, bi darê zorê sirgûnkirina ji warê xwe, mehkûmkirina sefalet û birçîbûnê ye jî."    ‘KIRYAR NEHATIN DARIZANDIN'      Kûlû, anî ziman ku hê jî kiryarên komkujiyê nehatine darizandin  û got, kiryarên ceza li wan hatiye birîn jî reviyane çûne derveyî welat û got, kiryarê komkujiyê Ahmet Tûran Kiliç jî ji hêla Serokkomar ve hatiye efûkirin. Kûlû, got: "Hin kes bi efûyeke taybet ji girtîgehan hatin derxistin. Hê jî kiryar nehatine darizandin. Rastiyeke heye; li Tirkiyeyê gel û bawerî hene. Her yek ji wan xwedî azadiyeke xweser in. Bi hezaran sal in xwediyê vê axê ne. Kes nikare pêşî li ber wan bigire. A rast jî ev e."    ‘JI BO SÊWAZ NEYÊ JIBÎRKIRIN...'    Kûlû, destnîşan kir ku ji bera berê de Sêwaz cihwarê baweriya elewîtiyê, cihwarê Pîr Sûltana ye. Kûlû, got: "Elewî, qizilbaş, ên rêya heq hatin şewitandin. Gava em li ser evana heûyan hûr bibin em dikarin bêjin senteza tirk-îslamî ya niha li Sêwazê rû daye. Feraseta ku wê rojê digot 'em şerîatê dixwazin' û bi saxî mirov şewitandin, mixabin îro misteşar, wezîr û rêvebiriên îqtidarê ne. Rewşa heyî nîşan dide ku hê li Tirkiyeyê Sêwaz neqediyaye. Em li welatekî ku nahêlin baro xwe birêvebirin, em li welatekî ku hê jî girtin û zext didomin... Ji bo Sêwaz neyê jibîrkirin, ji bo edalet, aştî û demokrasiya vî welatî, ji bo em wan bibîr bînin û ji bo bibin perçeyek têkoşîan wan dişixulin."