Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt 2020-07-01 09:10:55 DERSIM – Li Dersimê 5 xwendekarên zanîngehê ji ber ku tev li çalakiya ji bo dîtina Gulîstan Dokûyê bûne ji wargeha xwendekaran hatine avêtin. 5 xwendekarên Zanîngeha Dersimê ku xwestin Gulîstan Dokû ya 178 roj in windaye bê dîtin, ji wargehaa xwendekaran hatin avêtin. Hat destnîşankirin ku Midûriyeta Emniyetê ya Dersimê navê her 5 xwendekarên tev li çalakiyê bûne dane wargeha xwendekaran û xwestine ji wrgehê bên avêtin   Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Hîvda Tekkaynar ku ji wargehê hat avêtin, anî ziman ku tevî wê 5 kes ji wrgehê hatine avêtin û got, berî lêpirsîna ku hatiye destpêkirin bi dawî bibe tevî wê 4 kes ji wargehê hatine avêtin. Tekkaynar, diyar kir ku di lêpirsîna hatiye destpêkirin de hatiye gotin ku wan çalakiya ji bo dîtina Gulîstan Dokûyê daye destpêkirin û got: "Lê belê me got ê çalakî daye destpêkirin ne em in, ji xwe ji bo Gulîstanê çalkiyek hebû û em jî tev lê bûne. Ji me re gotin 'Tişta nabe herî zêde we ji zanngehê dûr bixwin.' Piştî dibistan hat girtin gelek hevalên me yên ji wargehê hatibûn avêtin mezûn bû. Hevalek me jî cezayê dûrxistinê lê hatibû birîn. Hem kaxez şandin mala me hem jî telefon kirin gotin, têkiliya te ya bi wargehê re hatiye birîn. Niha cihekî lê bimînim tuneye. Ji xwe xwediyê malan jî dixwaze xwendekarên di xaniyên wan de derxie. Li Dersim kirêya xaniyan biha ye. Bûrsa min jî hat birîn. Nizanim ez ê çi bikim."    Tekkaynar, anî ziman ku di çalakiyên ji bo Gulîstan Dokûyê de ên li wargehê giş li derve bûne û got: "Heta em meşiay bûn jî. Hevalek me winda ye, em wê meraq dikin. Gulîstan Dokû jî xwendekar e û hevala me bû. Nahêlin em ji bo wê deng jî bikin. Li zanîngehê heman tişt diqewimin. Çavê karmendan gişa li ser me ye. Gava me çalakî li dar xist midûrê wargehê piştgirya me kir, got 'Hûn tiştekî baş dikin, dinya sar e, qocikê xwe, pêlavên xwe li xwe kbikin wisa derkevin.' Lê nizam çima tiştekî wiha kirin. Heta karmendekê got 'Polîsan navê we daye, me nedixwest we ji wargehê bavêje.' Tiştek ji destê wan nayê. Lê em ê dev ji aqûbeta hevala xwe bernedin."