Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e 2020-07-01 09:10:02   EDENE - Kesên astengdar gotin: "Bila dilê kesî bi me neşewite, tenê bi rêz û hurmet tev bigerin bes e."    Li gor daneyên sala 2011'an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê nêzî 5 milyon astengdar hene. Ji van astengdaran ji sedî 42,8 mêr û ji sedî 57,2 jî jin in. Lê belê tê texmînkirin ku niha nifûsa astengdaran nêzî 10 milyona ye. Astengdarên ku di jiyana xwe ya rojane de hem di warê fizîkî hem jî di warê derûnî de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin  behsa zor û zehmtiyên xwe kirin.    Huseyîn Gorgun ê çavên wî nabînin behsa zor û zehmtiyên ku bi wan re rû bi rû dimînin. Gorgun, diyar kir ku ji dêvla ku mirov alîkariya wan bikin astengiyan didin ber wan û got, di çûnhatinê de jî ji ber ajovan li gor pîvanan tev nagerin nikarin bimeşin. Gorgun, got: "Li Edeneyê hema bêje em tim bi mirinê re rû bi rû ne. Li qeraxa rê dar hatine çandin. Li kêleka wê ya arstê peyarêyeke biçûk heye lê dezge danîne ser van peyarêyan. Dev ji kesekî çavên wî nabînin berdin, ên dibînin jî bi zorê dimeşin. Rêyên ku em bi rihetî tê re bimeşin çênekirin. Berê şerîdên zer hatibûn çêkirin, ew jî betal kirin. Ew şerîdên zer ji bo me pir baş bûn, me dikaribû bimeşe."    MASKEYAN DIFIROŞE    Gorgun ku ji ber meaşê wî yê astengdariyê têra wî nake li kuçeyan maskeyan difiroşe, got sê zarokên wî dixwînin. Gorgun, bang li welatiyên neastengdar kir û got: "Bila dilê wan bi me neşewite. Bes bira weke mirovan nêzî me bibin. Gava di ber me re derbas dibin bila pera nexin nav lepên me. Ev me rencîde dike. Em dixwazin bi mirovan bawer bin û hez bikin. Lê bi vî awayî me ji dinyayê sar dikin."    Sezgîn Ozsolak ku çavên wî nabînin destnîşan kir ku bi taybetî li di çûnhatinê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Ozsolak, bal kişand ser meseleya îstihdamê jî û xwest ji bo wan derfetên îstihdamê zêdetir bin.    ‘BILA DILÊ WAN BI ME NEŞEWITE, RÊZÊ NÎŞAN BIDIN'    Erdînç, anî ziman ku peyarê û rêyên bajêr ne li gor astengdaran e û got: "Em li mirovan naqelibin, ew li me diqelibin. Bila dilê wan bi me neşweite, tenê rêz û humertê nîşan bidin."    ‘ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA ASTENGDARAN RAKIN'    Serokê Komeleya Astengdaran a KArdelenê Halîl Tongûz jî anî ziman ku astengdarên dîtinê di warê xwegihandin û gihaniyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji hikûmet û şaredariyan xwest ku astengiyên li ber astendaran rakin.    MA / Hamdûllah Kesen