150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî

img

MÊRDÎN - Li Gundê Dêşî yê Dêrika Mêrdînê 150 dolim zeviya genim şewitî. Welatiyan diyar kir ku ji ber DEDAŞ fasa ceyranê kêm û zêde dike agir ji têlan çuye û bi genim ketiye. 

 
Li Gundê Dêşî yê Dêrika Mêrdînê agir bi 150 dolim genim ket û şewitî. Welatiyan bi derftên xwe agir vemirandin. Heta ku welatiyan agir vemirandin 150 dolim genim tev şewitî. heta niha nêzî 800 dolim zevî şewitî. Welatiyan diyar kirin ku sedema agir ji ber DEDAŞ fasa ceyranê kêm û zêde dike agir ji têlan diçe û dibe sedema ku agir bi zeviyên genim bikeve. Welatî Seydo Denli (54), diyar kir ku rayedarên DEDAŞê fasa ceyranê kêm û zêde dikin û ji ber vê yekê agir ji têl û trafo diçe û dibe sedema şewatê. Denlî, anî ziman ku êdî zeviyên genim û ceh hişk bûne û agirê ji telean û trafo diçe dibe sedem ku agir bi zeviyên genim bikeve.