Sempozmuya Enerjiyê didome: Bendava Ilisû girêdayî polîtîkayên ewlekariyê ye

img
AMED – Di Sempozyuma Enerjiyê de Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskifê Agît Ozdemîr, bal kişand ser bendavên ewlehiyê û wiha got: “Bendava Ilısû ne tenê girêdayî polîtîkayên enerjiyê ye, di heman demê de girêdayî polîtîkayên ewlehiyê ye." 
 
Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) a girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) li Amedê 12’emîn Sempozyûma Enerjiyê li Amedê li dar xist. Sempozyûm a li otelek li navçeya Sûrê bi temaya “Enerjî, Ekolojî û Aştiya Civakî” li dar dixe, di roja duyemîn de berdewam kir. Di rûniştina îro ya Sempozyumê de li ser mijara Heskifê axivîn Di rûniştina taybet de Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskifê Agît Ozdemîr, bal kişand ser bendavên ewlehiyê û wiha got: “Bendava Ilısû ne tenê girêdayî polîtîkayên enerjiyê ye, di heman demê de girêdayî polîtîkayên ewlehiyê ye."
 
550 BERHEMÊN ÇANDÎ LI HEVIYA DÎTINÊ NE'
 
Ozdemîr, bal kişand ser talankirin û wêrankirina ku piştî Bendava Ilisû û wiha got: "Avakirina bendavê ne tenê armanca enerjiyê ye. Wê bi vê bendavê gelek berhemên çandî, dîrokî, hunerî û civakî têk biçin. Nêzî 500 berhemênçandi yên li Geliyê Dicle ku li benda dîtinê ne, heta niha ji sedî 5 hatine ronikirin. Ji ber bendavê tenê ji sedî 10 dikare bê ronîkirin û yê mayî dê di bin avê de bimîne. Warê dîrokî Heskif ku dîrka wê 11 hezar û 500 sal in dê di bin avê de bimîne.  Bi rêya medya civakî gel dixapînin. Wekî ku gel piştgiriyê didin bendavê nişan didin. Lê ji sedî 80 li dijî bendavê ye." 
 
55 HEZAR MIROV KOÇ KIRIN
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku ji 199 wargehan 55 hezar kesan koç kirin û wiha got: "25 hezar Koçer, nêzî 100 hezar mirov dê têkevin bin tesîra bendavê. Ji sedi 75 çavkaniyên hatinê çandinî ye. Mirovên li gundan dijîn dê neçar bimînin li bajaran bikin. 710 xaniyên TOKÎ yên hatin avakirin teslîmî xwediyê wan kirin. Ji sedî 67 kes naxwazin ji Heskifê koç bikin. Li gorî rapora ÇED'ê ya Ewropa ragihantin ter nake. Em nikarin xwe bigînin belgeyên îhaleyan. Haldînga Cengiz diyar dike ku maliyeta bendavê 875 milyon Euro, rayedarên dewletê jî diyar dikin ku 1.8 milyar Euro ye. Heta niha 30 gund di bin avê de man. Avakirina bendavê girêdayî polîtikayên ewlehiyê ye."