‘Di Çemê Dîcleyê de cureyên masiyan kêm dibin’

img

ÊLIH - Nûrî Kandemîr ê 40 salin li Çemê Dîcleyê bi masîvaniyê debara xwe dike, diyar kir ku ji ber bendavan cureyên masiyan ên çem kêm dibin.

Bi ber Bendava Ilisû cureyên masiyan ên di Çemê Dîcleyê de kêm dibin. Bendên ku ji bo bendavê di çem de tên avakirin, ji bo derbasbûna masiyan dibin asteng. Li gorî pisporaan di Çemê Dîcleyê de nêzî 46 cureyên masiyan hene û 20 ji wan jî cureyên xwecihîne. Ji ber guhertina pergala çem, qada jiyana van masiyan tê guhertin û bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Yek ji welatiyên debara xwe bi masivaniyê dike Nûrî Kandemîr ê ji gundê Şikefta ya girêdayî Êlihê dijiye.  
 
EV 40 SALIN LI SER ÇEMÊ DICEL MASÎVANIYÊ DIKE
 
Kandemîr, diyar kir ku bi masîvaniyê debara xwe dike û wiha axivî: “Hîna ez 23 salîbûm min dest bi vî karî kir û ev 40 salin ligel hemû zoriyan jî, vî karê xwe dewam dikim. Bi sedsalane, mirov li ser Çemê Dîcleyê bazirganî, masîvanî û bi kelekên biçûk çûnehatinê dikin. Ev kelek jî ya mine. Piştî ku tora xwe davêjim û karê xwe diqedînim, dinava deviyan de vedişêrim. Ev 40 salin bi vî awayî li malbata xwe mêze dikim. Gelek caran ez ketim avê, cemidîm, lê dîsa jî min bi keyfxweşî karê xwe kir.”
 
‘BENDAV CUREYÊN MASIYAN TEHDÎT DIKE’
 
Kandemîr, anî ziman ku Çemê Dîcleyê avekê biberekete û wiha got: “Di çem de cureyên masiyan ên weke Şabot, Cevur, Şah masî, masîpank û gelek cureyên din hene. Di salên dawî de ji ber bendavan cureyên masiyan kêm bûne.  Bendav cureyên masiyan tehdît dike. Di salên derbas bûyî de, nêzî yek du kilometre xarî Heskîfê pira veguhastinê çêkirin. Ji ber vê pirê masiyên şah di dema bizirkirin û koçkirinê de nekarîn werin vê herêmê. Niha em wan masiyan nabînin. Ma ev ne bêwicdaniye.” 
 
‘TU SÛDA BENDAVÊ NÎNE’
 
Kandemîr, da zanîn wê gundî wan jî dibin avê de bimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêya gundê me girtin. Bi zorê em tên û diçîn. We me ji cih û warên me bikin. Tu sûda bendavê jî bo masiyan tuneye. Ji bo mirovan jî tuneye.” 
 
MA/Metin Yoksu