Bond: Li dijî krîza avhewayê pêwistî bi çalakiyên radikal heye

img

STENBOL - Ji Zaningeha Witwatersrand a Afrîqaya Başûr Patrick Bond, bal kişand ser krîza avhewayê û xwest ji bo parastina avhewayê û bi dawîkirina qeyrana avhewayê pêwistî bi çalakiyên radîkal heye. 

Ji Zaningeha Witwatersrand a Afrîqaya Başûr û Zanîngeha Wits of School of Yonetişim Profesorê Aboriyê Patrick Bond, li ser krîza avhewayê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û xwest ji bo parastina avhewayê çalakiyên radîkal bên li dar xistin. Bond xwest çalakiyên ku burjuvaziyê ditirsîne bên li darxistin û wiha got: "Ji bo vê yekê bêtir kar dikevin ser tevgerên Sosyalizmê û derdorê. Divê ji bo çalakiyên radîkal bêtir fikrê biafirînin." 
 
Bond, anî ziman ku dê di Kanûnê de li Madrîd a Îspanyayê Zîrveya Avhewayê bê lidarxistin û wiha axivî: "Peymana Parisê peymanek lawaz û encam nastîne. Di bin zexten DYA'yê de hat îmzekirin. Têkildarî peymana Parîsê Serokê DYA'Yê Donald Trump di serî de diyar kir ku nêzî peymanek lawaz nabe. Bi vê peymanê geşedanên ku hevsengiya avhewayê xera dike nayên rawestandin. Bawer dikim ku zîrveya li Madridê ji bo avhewayê pêk bê jî dê bi qasî ya Parisê bi pirsgirêk be. Peymanên avhewayê li ser hin xalan li hev nekirine û negihiştine mutabakatekê. Hin dewlet li ser guhertinên avhewayê di hin xalên zagonan de li hev nekirine. Piştî Peymana Parisê lezgîniya pêdiviya çalakiyan bêzetir bûye. Rêjeya Carbonê sal bi sal roj bi roj zêde dibe. Lê dewletên ku rê li pêş vê yekê bigirin em û wan ne muxatabên hev in. Biryarên bên stendin jî dê ji bo demborî bin. 
 
BI ÇALAKIYÊN ÎNÊ YÊN GRETA GAVÊN GIRÎNG HATIN AVÊTIN
 
Bond, da zanîn ku li Efrîqaya Başûr bi çalakiyên "În'ê Greta Thunberg, di tevgera avhewayê de gavên girîng avêt û wiha axivî. "Hewldana Greta hêviyê dide. Hewldana ku Kapitalizmê tawanbar dike û kêm dixe bû. Pêwistiya me bi tiştên wisa hene. Greta ji bo me bû hevî û rê vekir. Divê ev yek bidome. Kapitalizm çareseriyê pêş naxe. Her ku hilberina sanayiyê pêş dikeve xelasyia ji carbonê jî zahmet dibe. Ev di elehe kapitalizmê de tiştekî qerfî û trajîk e. Bi tonan pereyan li teknolojiyê xerç dikin. Bi destê xwe pereyan li tunebûna pêşeroja xwe xerç dikin. Kriza carbonê zêde dikin. Tenê çavan dixapînin. Tê plankirin ku baca carbonê jî bê birîn. Ji 5-8 Euro derxin 35 Euro lê bi van bacan zahmet e rê li pêş hilberina teknolojiyê bigirin û dawî hilberîna carbonê bînin. Di cîhana Kapitalismê de derdê ku gerestrêrkê xelas bikin tune ye. 
 
 
TEKOŞÎN BI QÎMET E LE KÊM E '
 
Bond, bal kişand ser tekoşîna Tevgera Pergala Kesk û wiha got: "Tekoşina wan bi qimet e. lê kêm e. Ev tevger niha li Amerikayê tevgera populler a derdorê ye. Lê heta niha me tevgerek, plan û bernameyek wan a şoreşgerî nedît. firên Naomi Kleîn ên stratejik rê vedikin û radikal in. Lê ev bi tena serê xwe têr nakin. Ev mesele tenê bi fikrên Klein nayê pîvan." 
 
MA / Erdoğan Alayumat