15 meh in li dijî JES'an têdikoşin

img

AYDIN - Li gundê Kizilcakoy ê Efelerê jinên ku 15 meh in li dijî JES'an têdikoşin, gotin bi santralan çavkaniya wan a debarê çandinî hatiye tunekirin. Jinan, got: "JES, tenê ne meseleya Aydinê, meseleta Tirkiyeyê hemû ye." 

Nerazîbûn û bertekên li dijî Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê (JES) ku tê xwestin li gundê Kizilcakoy ê navçeya Efeler a Aydinê bê çêkirin didomin. Li hemberî JES'an di 15'ê Tebaxa 2018'an de bi pêşengiya jinan çalakiya nobetê dest pê kir û nobet hîn jî didome. Jinan li meydana gund kon vedane û her roj ji sibehê heta derengê şevê nobetê digirin. 
 
'HEJÎR HEW ŞÎN TÊN' 
 
Esma Calayir a 78 salî, anî ziman ku ew JES'an naxwazin. Calayir ku tevî vî emrê xwe her roj tev li çalakiyê dibe, got: "Em ê nehêlin kes dest bi de av, hewa û axa me. Em hatine vê dinyê û em ê herin. Têkoşîna me ji bo nifşên bê ye. Li vira hew hejîr jî şîn tên. Tahma zeytûnên me jî ne wekî berê ye. Berê zeytûn di salekê de çê dibûn, lê niha zeytûnên em dişikînin di nav avê de dihelin. Her wiha zebze jî bi heman şiklî. Hevsengiya xwezayê xirab bûye." Calayir, destnîşan kir ku heta sax bin ew ê ji bo axa xwe li ber xwe bidin." 
 
'BERÊ ME NIZANIBÛ NEXWEŞÎN ÇÎ YE' 
 
Ayşe Ayar a 70 salî jî destnîşan kir ku ew ê nehêlin xwezaya wan bêt unekirin û got: "Berê me nizanibû nexweşîn çî ye. Lê ev du sal in êdî pençeşêr li pitik û zarokan jî peyda dibe. Baran di wextê xwe de nabare. Berê sibehê gava em şiyar dibûn bêhneke xweş hebû, lê niha bêhneke nexweş tê." 
 
'ÇAVKANIYA ME YA DEBARÊ TUNE DIKE' 
 
Saniye Dûran a 50 salî jî destnîşan kir ku her derê Tirkiyeyê ji bo rantê û talankirinê hatiye pêşkeşkirin û got, ji ber JES'an tekane çavkaniya wan a debarê çandinî tê tunekirin. Dûran, anî ziman ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û got: "Em ê enhêlin JES bên çêkirin." 
 
Fatma Orvay jî got: "Gava ji bo JES'ê erdê tê kolandin, bi tonan asît tê rijandin. Ev asît, ax û avê jehrî dike. Wê axa me jehrî bikin. JES, tenê ne meseleya Aydinê ye, meseleya Tirkiyeyê hemû ye. Loma divê em bi hev re li dijî JES'an rabin." 
 
MA / Esra Solîn Dal