Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin

img
ENQERE – Ekolojîstan xwestin li dijî krîza avhewayê li Enqereyê mîtîngê li dar bixin. Lê Walîtiyê destûr nedan ku ekolojîst mîtîngê li dar bixin. Berdevkê Yekîtiya Ekolojiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê li dijî krîza avhewayê û talankirina aboriyê her roj dakevin qadan û têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Yekitiya Ekolojiyê xwestin di 26'ê Cotmehê de li Enqereyê mîtînga "Em ji Krîza Avhewayê û Talankirina Ekolojiyê re dibêjin bes e"  li dar bixin. Lê Walitiya Enqereyê mîtîng qedexe kir û destûr nedan ku ekolojîst mîtingê li dar bixin. Li ser vê yekê ekolojistan bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê têkoşîna ji bo parastina ekolojiyê û avhewayê berdewam bikin. Berdevkê Yekîtiya Ekolojiyê û Endamê Meclîsa Ekolojiyê yê Antalyayê Muzaffer Asman, polîtikaya îktîdarê ya têkildarî avhewa û ekolojiyê nirxand û wiha got: 
 
Hevberdevkê Lîjneya Yekîtîya Ekolojiyê Coşkun Ozbudak, anî ziman ku 58 pêkhateyên Yekîtiya Ekolojiyê heye û wiha got: "Qedexeya mitingê, helwestek dijdemokratik e. Ji ber xwedîderketina ekolojiyê her ku diçe zêde dibe Walî ev mîtîng qedexe kir. Pergala Kapitalist her der talan kiriye, Niha dest davêje çem, gir çiya û hemû qadê dike qada bazarê. Ji ber vê yekê têkoşîna me û mîtînga me asteng dike. Her ê weki rêxistina ekolojiyê her gav û her saetên ku qada aborî û qada avhewayê talan û wêran dibe têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
Hevberdevka Lijneya Rêveber a Yekîtiya Ekolojiyê û Seroka Komeleya Parastina Jiyana Çandî û Xwezayî ya Çiyayê Kazê Suheyla Dogan, diyar kir ku îktîdar wekî her qadê, êrîşî qada ekolojiyê ji dike û wiha got: “Divê mirov ji bo parastina ekolojiyê bên cem hev û xwe bi rêxistin bikin. Bi hevre têkoşinê pêş bixin. Ger ku mirov kom nebin û xwe birêxistin nekin, nikarin li dijî talankirina ekolojiyê têbikoşin. Tenê çareyek heye ew jî rêxistinbûn e. Tora tekoşînê Yekîtiya Ekolojiyê ye."