68 salî ye 21 roj in li nobetê ye: Werin em li bêhna xwedî derkevin

img

BALIKESÎR - Jina 68 salî Asiye Kreşîr a ji gundê Keçîhanli ya Çanakaleyê hatiye tev li Nobeta Av û Wijdanê bûye banga "Çiyayê Kazê bêhna me ye, em hemû bi hev re li bêhna xwe xwedî derkevin" kir.

Çalakiyên li dijî hewldanên Şîrketa Madenvaniyê ya Dogû Bîgayê ku taşeroniya Şîrketa Alamos Gold a Kanadayê dike ya talankirina xwezayê didome. Jina 68 salî Asiye Kreşîr a ji gundê Keçîhanli yê Çanakaleyê hatiye û ji 26'ê Tîrmehê ve tevlî Nobeta Av û Wijdanê dibe bertekên xwe anîn ziman. Kreşîr ji 7 saliyan heta 70 saliyan bang li herkesî kir ku li Çiyayê Kazê xwedî derkevin û ev tişt got: "Çiyayê Kazê bêhna me ye, em hemû bi hev re li bêhna xwe xwedî derkevin." 
Kreşîr destnîşan kir ku li gundê xwe Keçîhanliyê bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibe û wiha got: "Ez ji Çanakaleyê û renginiya wê ya xwezayî hez dikim. Çiyayên Kazê ji ber ku bêhna me ye hê bêtir jê hez dikim. Naxwazim ku Çiyayê Kazê bibe çol. Bila Çiyayê Kazê her şîn be. Heta ku dinya ava be, bila berdewamiya rûberiya riwekî (Bitki örtüsü) ya Çiyayê Kazê hebe. Rûberiya riwekî ku li Çiyayê Kazê heye li tu dera Cîhanê tuneye. Çanakale Çiyayê Kazê ye. Divê herkes zanibe ku darek di rojekê de şîn nabe. Ji ber vê yekê divê ev dar nebin xwelî. Divê em xwedî li vir derkevin." 
 
'ÇALAKIYA XWE DÊ HETA DAWIYÊ BIDOMÎNIM' 
 
Di berdewamê de Kreşîr da zanîn ku li şûna ku li ser Çiyayan rantê bikin bila biçin fabrîqeyan li cihên din ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê xweza neyê qirêjkirin û çavkaniyên jiyanî û debarê yên mirovan neyên tunekirin. Ji bo karê derxistina madenan a li Çiyayê Kazê gel baş nehatiye agahdarkirin. Heke ev lêgerîna madenê pêk bê, em ji nifşa piştî xwe re çoleke mezin bêhilin. Li dijî tunekirina xwezayê me. Li kudera Cihanê dibe bila bibe ez ji daran pir hez dikim. Em heta dawiyê li pişt berxwedanê ne. Em beyaniya li vir naxwazin. Zêr li Kanadayê jî heye, çima li wir dernaxin? Bila biçim li Amerîkayê lê bigerin. Çima Çiyayê Kazê, Ev der bêxwedî ye? Ji ber vê yekê dê heta niquta xwîna xwe ya dawiyê ez ê vê çalakiyê bidomînim."
 
MA / Esra Solîn Dal – Zemo Aggoz