Di nobeta Av û Wîcdan de mudaxaleyî agirê daristanê kirin

img
BALIKESÎR - Li Çiyayê Kazê derdorparêzên ku di Nobeta Av û Wîcdan de bûn, piştî li kontarên Çiyayê Eceabatê yê Çanakkale agir bi daristanê ket, ji bo şewata daristanê vemirînin çûn mudaxale bikin. 
 
Derdorparêz û ekolojîparêzên li Çiyayê Kazê li dijî şîrketa madenê ya Alamos Gold ya li zêrê bi siyanur digere Nobeta Av û Wîcdan de ne, di roja 17'an de çalakiya xwe berdewam dikin. Ekojîparêzên di Nobeta Av û Wîcdan de ne, piştî li Gundê Behramli yê Navçeya Eceabatê ya Çanakkaleyê agir bi daristanê ket, çûn agir vemirînin. Koma çûn agir vemirînin, beriya ku derkevin rê, daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Koordînasyona Nobeta Av û Wîcdan Dogan Ateş daxuyanî xwend. Dogan diyar kir ku heta Şîrketa Gold Alamos ya Kanadayê dawî li xebata xwe bîne ewê li vir çalakî û nobeta xwe berdewam bikin. Dogan anî ziman ku derdorparêzên tev li Nobeta Av û Wîcdan bûne, ji bo biçin agir vemirînin wê derkevin rê û wiha got: “Bi heviya cîhanek ku hezkirin, aştî û delat bi ser bikeve em cejna we ya Qurbanê pîroz dikin. Bi heviya cejnên ku xweza, dar û daristan nebin qurban. " 
Kom piştre ji bo şewatê vemirînin ketin rê.