Endama Parlementoya Ewropayê Ward: Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe

img

ÊLIH - Endama Komîtaya Çand û Perwerdehiyê ya Parlementoya Ewropayê Jûlîe Ward, destnîşan kir ku divê ji bo parastina Heskîfê he rkes bitêkoşe û got: "Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe." 

 
Wê ji ber Bendava Ilisûyê Heskfîsa 12 hezar salî di bin avê de bimîne. Endama Partiya Karkeran a Îngîltereyê û Komîteya Çand û Perwerdehiyê ya Parlementoya Ewropayê Jûlîe Ward, ji bo Heskîf di bin avê de nemîne hefteya borî ji Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re nameyek şand. Hîn Erdogan bersiva nameya Wardê nedaye. Ward, bang li Tirkiyeyê kir ku li gor hiqûqê tev bigere û ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê bijî gavina bavêje. 
 
'DIVÊ LI GOR HIQÛQÊ TEV BIGERE' 
 
Ward, destnîşan kir ku kuderê dibe bila bibe divê xwedî li mîrateyên çandî bê derketin û tunekirina mîrateyên mirovahiyê sûc e. Ward, bilêv kir ku ji bo parastina qadên jiyanê yên xwezayî û mîrateyên çandî divê qanûnên navnetewî hîn xurtir bibin û got: "Qanûnên heyî ji bo Heskîfê têr dikin. Lê belê Hikûmeta Tirkiyeyê li gor qanûna tev nagere." Ward, diyar kir ku Tirkiye li gor peymanên navnetewî tev nagere û bi vî awayî peyaman bin pê dike û got: "Ev yek jî nîşan didin ku Tirkiye dewleteke bêhiqûq e." 
 
'GILÎ BIKIN' 
 
Ward, destnîşan kir ku peywireke siyasetmedaran jî ew e ku dewleta li gor hiqûqê tev negere îfşa bike û got: "Divê em giliyê van siyasetmedarên ku li gor peymanên navnetewî tev nagerin bikin." 
 
'MIN HER TIŞT JI ERDOGAN RE GOT' 
 
Ward, bilêv kir ku wê di nameya xwe de ji Erdogan re ev tişt gotine: "Min bal kişand ser girîngiya Heskîfê ya di qada navnetewî de. Min got, di lîsteya deverên talûke ya cîhanê de ye, di nav 100 mîrateyên çandî de cih digire. A rast ev tenê ji bo girîngiya Heskîfê bes in. He rwiha min diyar kir ku eger Heskîf di bin avê de bimîne wê li civakê birîneke çawa peyda bibe û min qala bandora wê ya aborî ya li herêmê jî kir. Ev proje karê 80 hezar mirovî ber bi talûkeyê ve rê dişîne. Min jê re behsa berprisiyariya ji bo hawirdorê ya naventewî kir. Çimkî Çemê dîcleyê hîn jî ber bi Sûriye û Iraqê ve diherike. Eger li vira bendav bê çêkirin wê ev yek tesîrê li çem jî bike. Min got, ji bo berdewamiya hawirdorî ya ji bo welatên cînar berprisiyariyeke wê heye." 
 
'ÇAPEMENÎ BÊDENG E' 
 
Ward, bilêv kir ku çapemenî jib o Heskîfê xwe li bêdengiyê daniye. 
 
Ward, bilêv kir ku li hemberî cihwarên dîrokî yên kurdan texrîbateke pir mezin heye û wê rûxandina li Sûr û Nisêbînê dîtiye û wexta dîtiye heyr mayeç Ward, bilêv kir ku li hemberî çand û dîroka kurdan polîtîkayeke qirkirinê heye û ji bo vê jî mînaka girtina televîyona zarokan a bi kurdî da. Ward, anî ziman ku ev êrîşên li ser dîroka kurdan nayên qebûlkirin û got: "Bi tîpên girdek binivîsînin û ji wan r ebêjin; Ji kerema xwe Bendava Ilsiûyê çênekin. Bisekinin, bi gelê me re nîqaş bikin. Berî hûn biryara vê tişta ku vegera wê tune ye bidin, pêşî guh bidin gelê xwe, mirovên xwe. Çimkî tiştên hûn niha tune dikin, di pêşerojê de wê bibe sedema tunekirina gelek tiştan." 
 
MA / Metin Yoksu